Etîmolojiya peyvên Silav û Selam

Du peyvên ku mirov herî kêm rojê carekî bi lêv dike hene û ew jî peyvên “silav” û “selam”ê ne. Hemû misilman û îbranî peyva “selam”; kurd û hejmareke mezin gelên din jî peyva “silav/silaw” bi kar tînin.

Wateya peyvên “silav” û “selam “nêzikî hev in. heta mirov dikare bêje ku wateya silavê ji ya selamê berfirehtir e. Ji ber vê hindê kurd hewcêyî bikaranîna peyva “selam”nemane û di zimanê kurdî de silav di rewacê de maye (ji bilî selamûnelêykûm û vegera wê).

Etîmolojiya peyva “selam”

Sumerî slîm ‘silav, silametî be’; Akadî šalamu ‘silav, tewawî’; Îbranî šalem ‘tewaw be, di nav aşîtiyê de be’; Aramî šlam ‘xwaşî be, saxî be’; Ugarîtî šlm ‘xwaşî be, aşîtî be’; Erebî selam ‘silametî be, aşîtî be.’

Têgîna “selam” a herî kevin li tablêtên sumeriyan wek “sîlîm” hatiye nivisandin. Him jî sumeriyan di tablêtên xwe de ev têgîn ne bi carekî bi sedan caran nivisandine.

Mînakî:

eren2 silim-ma; nam-ga-eš8 silim hêzdar bûn, tenduristî, çêbûn

KA2-silim-ma rizgarî

silim…dug4/du11/di/e: dibêje silav, (tenduristî + axaftin).

silim-šè gù…dé: silavê dike (tenduristî + ji bo + gotin/bangkirin).

silim…sum: silavêdide, (silavdan + dayîn).

Silim-LU emesal Fevzî! Silav ji Mamoste Fevzî re!

Wisa diyar dike ku kok û regeza peyva/têgîna/navê/navlêka “selam”<selim, salim, selimû<selam û ji zimanê sumeriyan ketiye nav zimanên samiyan û ji wir jî piştî derketina îslamê ketiye nav zimanên hemû misilmanan.Lêdiyare,kurd û farisan ev peyv yekser ji sumeriyan girtine. Heta dibe ku heman peyv di zimanên elam, gûtî, hûrî û ûratûyan de jî hebû.

Etîmolojiya peyva silav/silaw

Proto-Hînd-Ewropîsolo-, sol(e)u̯o-‘saxî, xweşî, tewawî’, sel-6, selǝ- : slā- ‘şans, bextewarî’;

Hîtîtî salli- ‘mezin, a bingehîn’; Sanskrîdî sarva- ‘hemû kesan re, tewawî’; Avesta srava ‘dîroz/dua’; Yewnaniya kevin ὅλος (olos) ‘her tişt’, σί-σλη-μι(sisilimi) ‘nazikî, xweşikî’; Latînî salūs, -tis ‘xwaşî, tenduristî’,sōlor‘konfor, yatıştırmak’, salvus ‘saxlemî, bawerî, stare’, salve, solvere ‘silav’, Proto-İtalîsalu-‘xwaşî, tenduristî’ ; TokharîA salu ‘tev de’, Tokharî B sol-me ‘hemûyan’; Gotîsēlei ‘çakî, xêrxazî’; Îzlandiya kevin sæll ‘bext’; Îngliziya kevins ǣ l‘bext’, gesǣlig ‘bextewarî’; Almaniya kevin a Jorînsülig ‘bextewar, pîroz’; Bakûriya kevin sǣld ‘bextewarî.’

Ev rêze peyvên jorîn kêm û zêde him wateya têgîna “silav”, him jîya “selam” dest nîşan dikin.

Lê belê ji bilî kurdî di gelek zimanên din de peyva silav/silaw heye û wek “slava” têgotin û wateya wê ya “berxwedarî, bextewerî, serbilindî û mezintî” heye.

Mînakî:

Rûsî slava (слава) ‘navûdeng, şan’, Romenî slava ‘navûdeng, bilindayî’, Sirbî slava, Bulgarî slava, Slovenî slava, Makedonî slava, Polonî slava, Ukraynî slava, Bilarûsî slava, Xirvatî slava, Arnawûdî lawdi, Litwanî šlovė, Letonî slava, Boşnakî slava, Çekîs láva, Slovenî slava hyd.

Wek di zimanên slavonî de diyar dike ku ev peyva ji bilî kurdî di gelek zimanan de tê bikarînan. Lê belê ew, yekser ne ji bo mirovan, bona Xwedê der bîran dikin.

Mînakî:

Slava Domnului (romenî) Bi xêra/mezinahiyaXwadê

Slava ceruri (romenî) Slava ezmanî

Sláva nebesům (çekî) Slava ezmanî

Slava nebesam (rusî) Slava ezmanî

Slava nane besata (bulgarî) Slava ezmanî

Šlovėdangum (lîtvanî) Slava ezmanî

Slava ezmanî (kurdî) Slava ezmanî (angojibobuhuştê)

Her wiha:

Peyva silava kurdî, di Avestayê de wek srava hatiye nivisandin û tê wateya dîroz/duayê.Wateya dayîna silavê bi xwe ji bo kes an jî kesên amade, xwastina çakî û qenciyê ye. Jixwe, armanca dîrozan jî heman ev tişt in.

Dema mirov bala xwe bide, di navbera peyva srava ya di Avestayê de û slave nine. Pircaran di zimanê kurdî de dengê “r” vedigere li dengê ‟l” yan jî berevajî pêk tê.

Her wiha:

Jêderka peyva ‟selam”zimanê sumeriyan e û di belgenameyên sumerî de hatiye nivisandin.

Jêderka peyva ‟silav” zimanê Hînd-Ewropî ye. Bi niviskî herî kevin di Avestayê de tê xûyakirin.

Di encamê de:

Silav û rêz ji bo hemû xwandevanan!

Bibliografi

Ali HuseinKerim, Kürtçenin Etimolojisi Sözlüğü, AR yayınları, 2019, İstanbul

Bernice Varjick Hecker, M.A., M.A.The Biradical Origin of Semitic Roots, The University of Texas at Austin

Daniel a Foxvog, Lecturen in Assyriology (retired) Universitt of California at Berkeley, Revised January

Esther Flückiger-Hawker, Urnamma of Ur in Sumerian Literary Tradition rûpel 349, University Press Friburg Switzerland Wandenhoeck & Ruprecht Gottingen, 1999, Bern

Julius Pokorny, Proto-Indo-European Etymological Dictionary (Indogermanisches Etymologisches

May, 2007

Michiel de Vaan, Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series Volum 7, Etymological Dictionary of Latin and the other Italic Languages, Leiden – Boston 2008.

Steiner G. Akkadische Lexeme im Sumerischen // Fs. Pelio Fronzaroli. Wiesbaden, 2003. P. 630-647.

Wörterbuch), Indo-European Language Revival Association, 2007.

Ali Husein Kerim
14.05.2020

Nerîna min :