Civak

6 kolberên Kurd li ser tixûb hatin birîndarkirin

Li ser tixûbên Hewraman(Başûr û Rojhilatê Kurdistanê) şeş kolberên (milbir, hemal) Kurd li ser tixûbên Hewraman, Şino û Çaldêran di dema ku bar hilgirtibûn canê xwe ji dest dane û hinek jî hatine birîndar kirîn.

Li gor raporên Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw, roja şemiyê 16.05.2020 kolberekê ciwanê xelkê Şino di dema çûna kolberiyê ketiye nav rûbarê Gader û canê xwe ji dest daye. Ew ciwanê Kurd ku navê wî Aram Mewlûde û temen 25 saliye û termê wî ji aliyê xelkê navçeyê ve hatiye dîtin.

Ji aliyeke din ve roja înê 15.05.2020 hêzên çekdarên Îranî li Milê Teteya Hewraman teqînê li Kolberan kirin û li encamê de dû kolber bi dijwarî birîndar bûn. Navê yek ji wan Newzad xelkê gundê Bindol bûye û bi mebesta çareseriya pizîşkî ew şandine navendên tendirustiyê ya bajarê Pawe.

Her wiha roja çarşem 13.03.2020 hêzên çekdarên Îranî li bilindahiyên gundê Madlûya Çaldêran teqînê li kolberan kirine û sê kolber birîndar bûne. Nasnameya wan sê kolberên Menaf Hesenzade, Behzad Remezanî û Reza Serşîrî ye û ji aliyê hêzên artêşa Pasdaran ve teqîn li wan hatiye kirin.

Back to top button