Nivîsar

Etik û siyaset

Dema etik wek pirsek Ehlaqî bê nirxandin, mirov dema perspektifa jiyana xwe diyar dike û vê yekê ve girêdayî karekî dike, ji xwe dipirse; Ezê jiyanek çewe bijîm, rastî û xeletî çiye, çi başe û çi xirab e. Dema bersiva van pirsan kesek di jiyana xwe de bide, hingê di nava civatê de ew kes bi awayê jiyana ku bijî tê naskirin. Di siyasetê de jî bersiva van pirsan dibe cureyê siyaseta ku bê kirin.

Lê mixabin di civatên me de piranî insan ji bo bighin armancên xwe her rêyekî, bê ku rastî û çewtî, başî û xirabî ji hev bê derxistin mûbah dibînin. Di siyasetê de jî aliyên siyasî, ji bo desthilatê destbêxin heman tiştê dikin. yanî her tiştek û hemû rê ji bo wan mûbah e.
Pêwendiya Etîk û siyasetê gelekî xalek girîng û zîzîyek wê taybetî heye. Eger ev zîz bûn neyê dîtin dê pirsa ehlaqê siyasetê her di rojevê de bê gotubêj kirin.

Piraniya cara siyasetmedar dewsa rastiyê ji xelkêre bêjin, tişta ku xelk hijê dikin û bibe sedem xelk hij wan bi xwe bikin dibêjin. Ev yek di demên kurt de dikare bibe pişgiriyek ji bo siyasetmedaran , lê demê dirêj de dibe dijberî jî. Ev yek gelek cara dibe sedemek ku, siyasetvan û derew bi hevre têne girêdan.

Dema siyasetmedar xwe ji helwestên ne etik biparêzin , bi giştî dê bikaribin serdestîyê, li gendelî û xirabiyên di nava civatê de peyda dibin bikin.

Di vê çerçovê de mirov , li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaseta ku tê revebirn bi awayekî inirxîne , gelek vekirî dixweyê ku, siyaset ne li gora normên ehlaqî tê kirin. Ji bo piraniya aliyên siyasî her rê mûbaha ku ji bo tişta ku dixwazin bi destve bînin.

Ji bo wan mirin, têkçûna rewşa civatê, jiyana insana ne gelekî giringe, di encama siyaseta lewitî û bê normên ehlaqî , bi hezaran insan telef bûne, jiyana beşek ji civatê gelekî têkçûye û heta radeyekî, ji bo berdewamiya jiyanê, laşfiroşî bi xwe ketiya rojevê de. Belkî ev gotinek gelek nexweş û tehlê, lê mixabin tê gotin û rastiyek ya civata meye û herweha encama siyaseta bê ehlaq de gelekî pêşve çûye.

Ji aliyek din vî cureyê siyaseta pê pîvan hiştiye ku , di nava civatê de sîxûrî gelek pêşve bikeve. Girêdayê siyasetê insan ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî biparêze, xiyanetê li hevalê xwe û civata xwe dike. Mirov nizane kesê ku li tenişta te, dê çi bike. Bê baweriyek mezin di nava civatê de heye. Wek gelek cara hatî gotin tehrîbatên mezin di nava civatê de çêbûne û vê yekê ve girêdayî gelek tişt serûbin bûne.

Li bakur dema hilbijartinan de tu pîvan di siyasetê de namine, her aliyek ji bo bigihe armanca xwe, kesên ku duh bi xiyanetê itham kirîn , îro wek dost dibîne, dikare di demjimerekî de perspektifa xwe ya siyasî biguherê .

Li bakurê Kurdistanê piraniya dezgehên ku behsa bihayê jiyana insana dikin, bi hemd yan jî bê hemd , dibin pişgirên siyaseta ku li ser têkçûna jiyana insana tê kirin.

Dema mirov bi vê nirxandina siyasî ve girêdayî behsa bûyerek di rojevê de ya grevên birçîbûnê bike. Pirsek tê kirin.

Gelo armanca grevên birçûbînê çiye? Ji bo çi ev çalakî hate kirin? Eger kesên vê çalakiyê dikin bi xwe bikaribin sedemê vê yekê bidin diyarkirin her tişta ku bikin bila rast bî qebûl kirin. Lê mixabin kesên jiyana xwe di vê rêyê de ji dest dayin û kesên bûyîn sedemê mirina wan jî nikarin sedemê vê çalakiyê bidin diyar kirin.

Bivê nevê mirov dipirse, ma gelo jiyana insana evqas erzane? di rastiya xwe de ji bo aliyên siyasetê li ser xwînê dikin tu bihayê jiyana insana tuneye. Ji ber ku li gora ehlaqê wan yê siyasî çikas insan bimirin ewqas sedemên propagandeyê ji bo wan peyda dibe. Yanî bi awayek din jiyana xelkê ji wan bûye wek reklamekî siyasî.

Heta wek vê gavê grevên birçîbûne ji bo armancek ne diyar berdewam e. Tecrîta li ser Ocalan sedemek gelek derewe û armanc cudaye. Her insanek, aliyek siyasî pişgiriya van grevên birçîbûne dike, dibe kujerê van kesên ku jiyana xwe di vê rêyê de ji dest dayîn. Nabe ev rastî pişguh bête kirin.

Eger siyasetê de normên ehlaqî nemînin, tu bihayê tiştekî namine û ev yek wek nexweşîya penceşêrê dikeve di nav civatê de û civakê jî têk dibe û pîvanên ehlaqî di nava civatê de dikuje.

Mixabin îro li bakurê Kurdistanê ev yek tê jiyandin.

26.5.2019

Dara Bilek

Back to top button