Polîtîk

Şoreşa Gulanê peyama red kirina bindestîyê bû

Serok Barzanî bi minasebeta 43 ê saliya Şoreşa Gulanê peyamek ji boRaya Giştî ragihand. Barzanî di peyama xwe de dibêje: Şoreşa Gulanê, qonaxekî girîngê berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistane bû.

Peyama Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Yek ji bîranînên bi rûmetên meha Gulanê, salvegera hilgîrsandina şoreşa Gulana pêşketin xwaze, şoreşek li berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû dijî sîtem û dagîrkariyê.

Şoreşa Gulanê, qonaxekî girîngê berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistane û bi rûnî wê peyamê ragihand ku bi plangêrî û nepakî û agir û hesin nikarin dengê gelê me qût bikin û me neçar bikin dest ji azadîxwazî û mafên xwe yên rewa hilbigrîn. Eger li qonaxek da jî xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê, ewe gelê me xwe naçemênê û bi îradeyekî polayîn dijî dagîrkariyê da diçê û heta mafê rewayên xwe li şoreş û berxwedanê da pêktîne.

Li çil û sêyemîn salvegera şoreşa Gulanê da, silav ji bo hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman û wan niştîmanperwerên bindestiyê red kirin re dişînîn û westandin û koçberiyê hilbijartin û qurbaniyê dan û li kêmtirîn demê da şoreşê hilgîrsandin.

Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Gulan û şehîd Seyîd Abdullah yekem şehîdê Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Silav li xweragirî û azayetiya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.

Li vê salvegerê da wê yekê dûpat dikîn ku îradeya gelê Kurdistanê bihêze û ji bilî hebûna plangêriyê, lê belê bi îradeyekî bilindtir ji berê têdikoşê ji bo pêkanîna mafên rewayên xwe û berdewamiyê li peyama aştî û pêkvejiyan û pêşketinxwaziyê dide.

Mesûd Barzanî
25.05.2019

 

Back to top button