Eşîrên Ereban: Referandum daxwaza gele

Li sêyem salvegera referanduma gelê Kurdistanê û “Belê” ya ji bo serxwebûnê yek ji xweşiktirîn û şaristanetirîn karnaval bû li dîroka Kurdistanê de, pêkhatên Kurdistanê jî dûpat li xweşhaliya xwe dikin û peyvdarê bi navê eşîrên Erebên navçeyên kêşe li ser dibêjin, em qebûl nakîn li gel Iraqê bijîn, belku em berdewamîn li ser daxwaza serxwebûna Kurdistanê.

Şêx Muzahim Ehmed Hiwêt, îro 23.09.2020 ragihand, sêyemîn salvegera referandûma Kurdistanê ya ber bi serxwebûnê ve hat, wê demê hejmareyek ji hêzên siyasiyên Kurdistanê li ser biryara serxwebûnê rêkkeftin, sedema wê sîtem û binpêkirinê bû ku Hikûmetên Iraqê beranber gelê Kurdistanê de dikirin. Ji ber ku ji dema Komara Iraqê damezraye gelê Kurd zulm û sîtem lê tê kirin.

Her wiha got: Wekî pêkhateya Ereb û ewên din jî, dema wê sîtemkirinê dîtin, me jî xwe bi sitemlêkirî zaniye, ji bo wê yekê wê dema ku beşdariyê li referandumê kir, awayê muamelekirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê me anî berçavan, em wiha dibînîn ku Kurdistan ne wekî dewlet, belku bibê şahnişînek, ji ber ku serkirde û fermanrewayeke dadwerî têda heye ku cûdahiyê li navbera Erebek û Kurdek yan ol û neteweyên din de nake.

Şêx Muzahim dibêje: “Referandum zîndiye û gelê Kurdistanê bi Ereban ve jî destberdarê wê nabin, eger hinek alî hebin jî propaganda û bangeşeya destberdarbûna ji referandumê bikin, kes nikarê destberdarê wê bike, ji ber ku ew daxwaza gele û gel hilbijartiye û em referandumeke din jî qebul nakîn. Me li 25ê Eylûla 2017 deng da ku dengê gelê Kurdistanê ye û rêya xwe eşkere kir. Ji bo wê yekê Serok Barzanî û hemû pêkhatên gelê Kurdistanê ji referandûmê paşgez nabin û dev jê bernadin, ji ber ku çarenivîsa gele.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: