Cîhan

Esed li ser pêwendiyên bi Tirkiyê re mercê xwe eşkere kir

Wek tê zanîn her çikas şerek di Tirkiye û Suriye dijberiya hev dikiran û ji sala 2011ê pşde tu cureyên pêwendiyan di nav wande nemabûn, her cardin pêwendiyek di nava dezgehên herdu welatan ên îstixbaratê de hebûn. Herî dawî bi çavderiya Rusyade wezîrên herdu welatan yên berevaniyê li Rusta hevdîtinek kirin û behs ewe ku serokê herdu welatan jî hevdîtinekî bikin.

Serokê Suriye Bişar Esad, ji bo hevdîtinekî mercên xwe di daxûyaniyekî de eşkere kirin.

Beşar Esed du daxuyaniyekê de ragihand, hevdîtinên ku ligel Tirkiyê têne kirin, ji bo ku berhema wan hebe, divê li ser bingeha hevahengiyê û plana pêşwext a Sûriyê û Rûsyayê werin sazkirin û armanca xwe pêk bînin û encameke diyarkirî bidin dest.

Beşar Esed diyar kiriye: “Divê hevdîtin li ser bingeha niştimanî ya neguherî ya dewletê û gelê Sûriyê were damezrandin û tekezî li ser bidawîanîna dagirkeriya Tirkiyê û rawestandina piştevaniya terorê bikin.”

Beriya ku şerê Sûriyê dest pê bike, Recep Tayyip Erdogan dostê Beşar Esed bû û pêwendiyên bihêz ên herdu welatan hebûn.

Piştî serhildana xwepêşandanên Sûriyê, Tirkiye kete bereya dijminên Esed û Erdogan daxwaz dikir ku Esed ji desthilatê biçe.

Ji sala 2016an ve, artêşa Tirkiyê sê operasyonên serbazî li dijî navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine, ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne.

Back to top button