PolîtîkRojev

Êrîşkirina ser xelkê sivîl ti hincetekê hilnagire

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser topbarana îro ya li Zaxo ragihand: “Êrîşkirina ser xelkê sivîl, ti hincetekê hilnagire.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez topbarankirina havîngeha Zaxo ya ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, ku çendîn kesên sivîl bûn qurbanî, bi awayê herî tund şermezar dikim.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî bo cihê topbaranê şand û ez ligel Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê  Guhdar Şêxo axivîm, da ku her çi pêwîst be ji bo birîndaran û ji bo malbatên qurbaniyan, pêk bînin.”

Herwiha diyar kir: “Êrîşkirina ser xelkê sivîl, ti hincetekê hilnagire. Bûyerên bi vê cûreyê çendîn car in dubare dibin, loma divê ev êrîş rawestin, em ligel hikûmeta federal ji bo encamdana lêkolîneke bi hûrgilî û berfireh, di hevahengiyê de ne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê berdewam bo nav şerê navbera Tirkiye û PKKê hatiye rakişandin, ku ziyan û êşeke mezin gihandiye welatiyên em û divê bi dawî bibe.”

Back to top button