CîhanRojev

Brîtanyayê li ser topbarana Zaxoyê daxuyanî da

Wezareta Derve ya Brîtanyayê topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve protesto dike û dibêje, “Brîtanya bi awayekî cidî ji nûçeya kuştin u birîndarbûna xelkên sivîl di encama êrîşekê de li qeza Zaxo ya ser bi Duhokê ve dilgiran e.”

Di daxuyaniyê de, Wezareta Derve a Brîtanya ji dil hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên êrîşê re nîşan dide u dibêje, ew amade ne di lêkolînan de alîkarya hikûmeta Iraqê bikin.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê herwiha dibêje, “Brîtanya ziyanên canî yên êrîşê protesto dike u berdewam dibe li ser piştgirîkirina aramya Iraqê û di nav de jî Herêma Kurdistana Iraqê.”

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê qeza Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir ku li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Herêma Kurdistanê topbarana wê cihê sivîl bi tundî protesto kirine. Herwiha hikûmeta Iraqê jî bi tundî topbarana cihekî geştyarî li qeza Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.

Her ji ber topbaranê, li gelek bajarên Iraqê li dijî Tirkiyê xwepêşandan hatin kirin.

Ew yek di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de înkar kir ku êrîş ji aliyê artêşa wî welatî ve hatibe kirin.

Back to top button