Hevpeyvîn

Êrîşî kurdan dike

Rêberê grûpeke Şîiyên Îraqê êrîşî kurdan dike û dibêje ku, kurd dixwazin nakokiyên navbera Sune û Şîiyan kûr bibin û ew fêdey ji wan nakokiyan werdigirin, desthilata xwe pê bihêz dikin û şertan li ser hikûmeta Bexdayê feriz dikin

Qeys Elxezelî rêvebirê Esayîbî Ehlê Heq li Îraqê, di daxuyaniyeke xwe de dibêje kurd dixwazin şertên xwe li ser Bexdayê feriz bikin û postên zêdetir werbigirin ji ber hindê ew lêdixebitin ku nakokiyên Sune û Şîiyan kûrtir bikin.

Mesrûr Barzanî şêwermendê konseya ewlekariya neteweyîya Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de dilgiraniya xwe li hember Heşdî Şeibî (çekdarên Şîiy) diyar kiribû, ev daxuyaniyn Elxezelî jî weke bersivekê bo Mesrûr Barzanî tên hesab kirin.

Elxezelî daxwazê ji siyasetmedarên Îraqê dike rê ji kurdan re vekein da ji Îraqê veqetin: ”Eger kurd ji Îraq cuda bibin ev pirs dê bibe pirseke navxweyî û hermî, dewletên deverê û Îraq jî rê nadin xewna kurda bi cî bê.”

Li gor Basnews, navborî di daxuyaniya xwe de gotiye ku,  kurd li ser wê yekê dixebitin  şerê mezhebî li Îraqê di navbera Şîiyan û Sumeyan de berfirehtir bibe û nakokiyan wan kûrtin bibin da ew şertên xwe li ser Bexdayê feriz bikin: ”serkirdeyên siyasiyên kurd xwe bi îraqî nizanin, dîroka kevnara Îraqê ji sê şaristaniyan pêktê; Sumerî li başûr, Babilî li naverast û Aşûrî li bakurê Îraq,  tu şaristaniyeke “çiyayên kurdan” li Îraqê nîne.”

Back to top button