Cîhan

Şerê Yemenê gihişte Tirkiyê û Îranê

Serokomarê Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de got ku, Tirkiye nikare bi hêzên şerker û arteşa Tirkiyeyê beşdarî operasiyonên Yemenê yên dijî milîtanên Husîyan bike ”lê Tirkiye amadeya di warê lojistî û îstêxbaratê de alîkariya hevpeymana dewletên erebî yên dijî milîtanên Husî li Yemenê bike.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê di hevpeyvîna xwe a digel kanala Frans24 diyar kir ku, zehmete arteşa Tirkiyeyê alîkariya hevpeymanên ereb yên dijî husiyên Yemenê bike, lê dikare di warê lojistî û îstîxbaratê de hevkarî û hevahengiyê bike.

Li dor rola Komara Îslamiya Îranê di Yemenê  de, serokomarê Tirkiyeyê got ku, çênabe Îran tedexulê karûbarên Yemenê bike û pêdviye Îranê û ”grûpên terorîstî” ji Yemenê derkevin ”bi taybetî Îran divê destê xwer ji Yemenê bikşîne û xwe ji kontrolkirina deverê dûr bixe”

Li hember van daxuyaniyên serokmarê Tirkiyeyê, wezîrê derve yê Îranê bersiva Erdogan dide û daxwaz dike û hemû welat ji bona aramkirna rewşa Yemenê alîkar bin û rewşê zêdetir aloz nekin.

Mihemed Cewan Zerîfî  bersiva serokomarê Tirkiyeyê dide û daxwa dike ku, Tirkye û hemû welatên din ji bona aramkirna rewşê, ne aloztirkirina wê, refarê bikin.

Weke tê zanîn piştî milîtanên Husî piraniya Yemenê, bi lîkariya Îranê, xistiye bin destê xwe, serokê Yemenê daxwaz ji welatên erebî kir û alîkariya Yemenê bikin, welatên Kendavê bi serokatiya Siudiyê hevpeymanek avakirin û duhî bi balefirên şerî  êrîşî çeperên milîtanên Husiyan li Yemenê kiri û piştî êrîşa Siudiyê bi ser Yemenê qomaxeke din li R ojhilata Navên dest pê dike.

Back to top button