Polîtîk

"Êrîşên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraq û Kurdistanê ye"

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê  êrîşên balafirên şerî yên Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê şermezar kirin û got:

– Em hertim tekîdê li ser wê çendê dikin ku bombebarankirina herêma kurdistanê ji aliyê dewletên cîran ve digel yasayên navdewletî û prensîpên cîrantiyê nagunc in. Em vê bombebarankirinê weke destêwerdan û bêrêzîyê li hemberî serweriya axa Iraqê û Kurdistanê dizanin.

Mehmûd herwesa got ku pitsgirêka kurdî li Tirkiyeyê bi metodên hêz û şidetê nayê çareser kirin, lê rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan danûstandin û diyalog e.

Berdevkê hikûmetê got:
– Dîtina çareseriyekê bi rêyên diplomasî ji bo vê pirsê, gelekî girîng e û  siyaseta herêma Kurdistanê ku divê pirsgirêk bi awayê dîplomatîk digel welatên cîran bê çareserkirin siyaseteke şaristanî ye.

Wek tê zanîn piştî li nawçeya  Çelê li bakurê Kurdistanê 8 leşker hatine kuştin û 15 jî birîndar bûn, balafirên şerî yên Tirkiyeyê dest bo bombebaran baregehên PKKê yên li Qendîl û Zapê kirye û ew êrîş berdewam in.

Back to top button