PolîtîkRojev

Êrîşên Tirkiye û metirsiya rojavayê Kurdistanê

Di van demên dawî de Tirkiye êrîşên xwe li ser deverên di bin desthilatdariya PYDê de zêde kiriye. Di nava bajarê Qamîşlo de bi balefira otomobila dike armanc, herweha êrîşekî de fermandarek e YPGê kir armanc û cardin di êrîşekî de 3 çekdarên HSDê jiyana xwe ji dest dan.Di derbarê van êrîşan de Amerika bi tenê daxûyaniyekî da ragihandin ku ew bi van êrîşan ne dilxweşin. Daxûyaniyek gelek zeîf bû. Li himber van êrîşa deng ji Rusya dernakeve û berpirsên PYDê dibêjin ku ev êrîş bi riza Rusyayêne.

Bê guman êrîşên Tirkiye li ser deverên di bin desthilata xweseriyê de metirsiyare û dikare bibe sedemek ku beşek ji deverên di kontrola xeseriyê de têkherin û bikevin di bin kontrola Tirkiye de. Ev yek gelek vekirî dixweyê. Gerek baş bê zanîn Amerika çavê xwe negirê Tirkiye nikare bi hesanî van êrîşa bike.

Ji berî niha heman tişt li Efrinê,li Serêkaniyê û Girêspî rûda û encam kifşe . Gelo çi rê li pêşiya xweseriyê de heye? gerek ev yek bê gotubêj kirin û çareseriyek jêre bê dîtin. Rastiya heyî baş bê nirxandin.

Xweseriya heyî balhirgirê siyaseta PKKê ye. Ev siyaset her demî dikarê deverê radestî rejima Suriye bike û tu garantiya kontrola deverên di bin desthilatdariya xweseriyê de tuneye. Ji xwe di destpêkê de ev yek dihata zanin û şer û ketina PKKê li herêmê li ser vî bingehî hatibû dizaynkirin. Piştî Amerika ket herêmê xweseriyê berê xwe ji Rusya ê rejimê da aliyekî û ket di bin kontrola Amerikayê de. Lê ev yek bi temamî ne bi dilê Qendilê bi xwe bû.

Niha Amerika dixwaze yekreziyek di navbera ENKSê û PYDê de pêkwerê. Gelek hewldan çêbûn û bi deha civîn hatin li darxistin. Gelek waran de herdu aliya di çavderiya Amerikayê de li hev kirin. Lê siyaseta PKKê ji bo vê yekrêziyê bû asteng.

Rastiyek heye ku divê li Kurdistana Suriye aliyên kurd ji bo berjewendiyên kurdê Suriye tevbigerin û hewlbidin statûyek siyasî ji bo xwe avabikin. Lê heta ku PKK li deverê serdestbe û siyaseta PKKê bê rêvebirin û Qendil xwedî biryarbe ,gelek zehmete ku rojavayê Kurdistanê statûyek pêkwerê û Kurd bigihin armanca xwe.Ji ber ku siyaseta Qendil ji hemê nirxên netewî û Kurdistanî dûr e.

Garantiya destxistina statûyekî ji bo rojavayê Kurdistanê pêkanina yekrêziyek di navbera ENKSê û PYDê de ye. Ji bilî vê tu rêyek tuneye . Ev yek pêkneyê, dê rojavayê Kurdistanê bibe qurbana siyaseta xelet û ne Kurdistanî ya PKKê.

Pêwiste Kurdên rojavayê Kurdistanê ji dev hemû siyaseta ku zererê dide û ne di berjewendiyên wan de ye berdin û ji bo destxistina statûyek Kurdistanî tevbigerin û li ser vê bingehê jî yekrêziya xwe ava bikin.

Nûçe/Analîz

Back to top button