Herêma Kurdistanê jimareyeke girîng e di siyaseta Rojhilata Navîn de

Siyasetanê diyarê Rojavayê Kurdistanê û Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Ebulbasit Seyda dibêje, divê Kurd niha ji hemû demekê zêdetir ji bo gef û tehdîdan xwe amade bikin, ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn êdî jiareyeke mezin û girîng in û divê xwe ji bo guhertinan amade bikin.

Ebdulbasit Seyda ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê hevsengiya siyaseta xwe parastî ye û kariye bibe malbendeke dîplomatîk cîhanî li navçeyê, ku siyaseteke rast û dirust li Rojhilata Navîn birêve biriye, loma dikare bandora wê mezintir be.”

Seyda wiha got: “Gelek amajeyên siyasî hene ku Herêma Kurdistanê cihekî siyasî mezin di nava siyseta cîhanê de girtiye, ew jî wek peyama ku Papayê Vatîkanê belav kir û wek hatina dîplomatkarên welatan bo Kurdistanê û pêkejiyana olî li vê herêmê, ku vê yekê li cîhanê deng vedaye.”

Ebdulbasit Seyda wiha domand: “Divê Rojavayê Kurdistanê jî çav li Herêma Kurdistanê û ezmûna Herêma Kurdistanê bike pilan ji bo pêşeroja xwe. Tişta ku PKK û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike karekî xerab e ji bo ezmûna siyasî ya Kurd li Sûriyê û navçeyê.”

Nerîna min :