PolîtîkRojev

Êrîşên Dij-Demokrasî û Nijadperestî Berdewam e

Di heyama şewbeyê Corona jî siyaseta dewletê ya bingehîn nehatiye guhartin û êrîş bo ser Kurd û nirxên wan yên netewî berdewam e.

Rojnameya Yenî Şafak û rojnameyên wekî wê yên ku bi destura hikumetê tevdigerin, êrîş dikin bo ser Ala Rengîn, ku wezîr û kardbidestên dewlete di bin siya wê da ligel rêvebirên Hikumeta Herêma Kurdistanê giftugo dikin. Ev yêka hanê ci be cî kirina siyaseta dewletê a bingehîn e, ku bi destê medyayê ve tê encam danê. 

Nijadperest û faşîstên Tirk jî bona cî be cî kirina siyaseta hanê êrîş dikin bo ser Kurdan, ku êrîşa here dawî li Mersinê çêbû.

 Malbateka Kurd ji Hêwlêrê li Mersinê kete ber êrîşa nijadperestên Tirk.

Êrîşkarên nijadperest ji malbatê dipirsin “gelo hûn Kurd in an Ereb?” Gava malbat dibêjin ”em Kurd in” dikevine ber êrîşa wan.

Di vî warê da hêzên ewlehiyê erkê xwe qasê pêwîst ci be ci nakin û dezgeyên dadî tawanê nijadperestî wekî tawanê adî qelem didin. Ev yêka hanê jî rê li ber faşîst û nijadperestan xweş dike. 

Hinek kesan, ku  pişta xwe bi siyaseta hanê a dewletê girêdane, şevê dinê êrîş kirin ser Baregeha Navendî  a HDP li Enqere.

Êrîş bo ser baregeha HDP, ku li ber çave hêzên asayişê qewimiye, êrîşek e bo ser xebata legal û demokratîk û nişan dide, ku İttifaka Cumhur bona parastina desthilata xwe amade ye hemu karên dij-demokratîk encam bide.

Em êrîş bo ser malbata Kurd li Mersinê û êrîş bo ser baregeha HDP bi tundî mahkum dikin.

Em daxwaz ji hemu komelên demokratik, sendika û saziyên sivil dikin, ku dengê xwe diji êrîşên nijadperestî bo ser gele Kurd bilind bikin.

Her usa daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, ku hevwelatiyên xwe derbarayê metirsiyan, ku di serdana xwe a Tirkiyê da li benda wan e, agadar bike û ligel saziyên pêyvendîdar a Tirk bona peşî lê girtina êrîşên hanê giftugo bike.

14 Gulan 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Ofîsa Çapemenî

Back to top button