Civak

Êrîşê Ak Parti yê kirin

Li Enqere du êrîşên cuda çêbûn. Hinek kesên nenaskirî bombe avêtin ber deriyê  xaniyê wezereta Dadê û herweha di heman demê de bi roketêkî êrîş birin ser nawende Ak Partiyê.

Piştî herdu teqînan li Enqere hêzên asayişê dest operasyonek berfireh kirin.
Heta niha nizanin kî ev êrîş pêkaniye. Lê  hinek rojname îdia dikin ku du kes hatine girtin. Herweha du kes jî birîndar bûne.

Dixweyê piştî daxwaziya cezayê giran ji bo girtiyên doza Ergenekonê ev êrîş li dijê Ak Partiyê hatiye kirin.
Herweha ihtimala protestokirina pêvajoya Îmralî û helwesta Ak Partiyê jî heye.

Back to top button