Dosya

Erîşa Tirka berdewam ekuştî û birîndar hene

Rêya geliyê Bainde li devera Nêrve-Rêkanê li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên balafirên Tirkiyê hat girtin. Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, tê gotin ku heta niha “20 şehîd û birîndarên PKKê” li wê deverê hene.Êrişên hewayî yên Tirkiyê ji duh ve heta niha li dijî hêzên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didome.Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî li devera Nêrve-Rêkanê li geliyê Balinde ragihand, rêya geliyê Bainde ji ber rewşa ewlehiyê hatiye girtin û got, di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê de ziyanek mezin  gihîştiye deverê, zevî û darên welatiyan.Nasir Elî ji zarê xelkê deverê jî got, heta niha 20 gerîlayên PKKê ji ber êrişa balafiran şehîd û birîndar bûne.Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, dengê balafir û êrişa hewayî ya li dijî hêzên PKKê yên li wê deverê ti bihîştin…Hat zanîn ku heta niha 4 sivîlên wê devera Başûrê Kurdistanê li ber êrişa balafirên Tirkiyê ketine û birîndar bûne…Rûdaw

Back to top button