CivakRojev

Êrîşa Hewlêr ji aliê Heşda Şeibê ve hatiye kirin

Rêveberekî milîsên Heşdî Şeibî wan aliyan aşkera dike ku li pişt êrîşa li ser balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê de bûne.

Derengê şeva borî 06.07.2021ê bi dronekî bombebarkirî ve êrîş li ser balefirgeha Hewlêrê pêkhat û ti ziyaneke canî û madî çênebû.

Endamê politburoya milîsên Esayîb Ehl El Heq Seed Seidî ji Şefeq News re ragehand: ‘’Êrîşa ser Hewlêrê tolhildana bombebaran kirina binkeyên Heşdî Şeibî ya di dawiya meha borî de pêkhatiye ye.’’

Seed Seidî ragehand: ‘’Grubên nav eniya berevaniyê (Muqaweme) êrîş pêkanîn û rojên pêş de jî dê cure û çawaniya êrîşên ser Amerîkiyan dê biguhere û êrîş dê zêdetir bibin.’’

Rêveberê Heşdî Şeibî gef li Amerîkayê xwarin û got, eger hêzên xwe ji Iraqê nekşîne, ew êrîş dê li ser hêzên wan berdewam bin.

Roja 28.06.2021ê balefirên şer ên Amerîkayê hejmarek binke û depoyên milîsên Heşdî Şeibî li Rojavayê Iraqê û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Piştî wê êrîşê milîsên ser bi Heşdî Şeibî û rêveberê milîsên Seyid Elşuheda Ebu Ala Elwelaî ragehandibû: ‘’Eniya Muqaweme ango berevaniyê plan ji bo operasyoneke leşkerî li dijî Amerîkayê dê dayne, ku dengvedana wê jî mezin be.’’

Eniya Berevaniyê ji grub û milîsên çekdarên Iraq, Sûriye, Lubnan, Filîstîn û Yemenê pêktên û kar ji bo berjewendiyên Îranê dikin.

Back to top button