Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê derbarê êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir û ragihand, “Nabe rewatiya dewletê ji aliyê grûpên çekdar ve gef lê were xwarin.”
Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert li hejmara xwe ya taybet a Twitterê nivîsî: “Êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê, binpêkirina serweriya yasayî ya Iraqê ye û ev cure kiryar, Iraqê ber bi çarenivîseke nediyar ve dibin.”
Jeanine Plasschaert diyar kir: “Tenê Iraqî baca van êrîşan didin û nabe rewatiya dewletê ji aliyê grûpên çekdar ve gef lê were xwarin.”