Polîtîk

Erêşa Trabzonê zererek mezin da îmaja Tirkiye

Encûmena Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê êrişa nijadperestî ya li dijî geştyarên Kurd şermezar kir û bertek nîşanî helwest û daxuyaniyên parêzgerî û serdozgeeriya Trabzonê da. Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ev êrişa nijdarperest hemû hewldanên me û îmaja welat têk dibe.”

Encûmena Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), derbarê êrişa nijadperest a li dijî geştyarên Kurd ku li navçeya Çaykara a ser bi bajarê Trabzon a Tirkiyê ve rû dabû, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ew êrişa li dijî geştyarên Kurd tê şermezarkirin û bertek nîşanî daxuyaniya parêzgarî û serdozgeriya Trabzonê ya têkildarî vê bûyerê tê nîşandan.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Parêzgariya Trabzonê li şûna ku ji ber vê mijara muhîm, lêborînê ji welatiyên Herêma Kurdistanê bixwaze û lêpirsînê derbarê wan kesên êrişkar de bide destpêkirin, behsa desteserkirin û dersînorkirina welatiyên ku rastî êrişê hatine dike. Herwiha ji bo kesên êrişkar jî dibêje, ‘hatine aramkirin’. Ev daxuyaniya Parêzgariya Trabzonê nayê qebûlkirin. Geşta welatiyekî Tirkiyê bi sembolên welatê xwe çiqas asayî be, geşta welatiyên Herêma Kurdistanê bi sembolên welatê xwe ewqas rewşeke asayî ye.”

Encûmena Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê dibêje di heyameke ku di warê aboriyê de pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê pêşve diçin, êrişên bi vî rengî ziyaneke mezin digihînin îmaja Tirkiyê. Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ji bo pêşdebirina pêwendiyên aborî me li gel odeyên bazirganî yên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê protokolên hevkariyê îmze kirin. Ji bo geştên yekser bo Hewlêrê, asankirina hatinûçûna li deriyên sînorî û hevkariya bazirganî hewldan û xebatên me berdewam dikin. Herêma Kurdistanê ji bo geştyariya çand, bawerî û tenduristiyê xwedî potansiyeleke mezin e. Bi piştevaniya Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Konsolxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê, me mazûvaniya kompaniyên geştê yên Iraqê kir û hevkarî di warê organîzasyonên geştê de pêk anî. Di encama vê hevkariyê de komeke geştyaran a ji hezar kesan pêk tê, li pey hev di ser Amedê re bo herêma Derya Reş û deverên din rezervasyonên xwe pêk anîn. Lêbelê êrişa nijadperest a li Trabzonê van hewldanên me û îmaja welat têk dibe.”

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, “Em li hemberî daxuyaniyên Parêzgarî û Serdozgeriya Trabozonê yên derbarê vê êrişê de matmayî ne. Em hêvîdar in ku ev daxuyanî bên sererastkirin û derbarê kesên ku têkilî wê êrişî bûne tiştên pêwîst bên kirin. Ji ber ku Hewlêr, Amed û Trabzon di ware dîrokî, civakî û çandî de bi sed salan e bi benda biratiyê bi hev ve girêdayî ne û dive bi provakasyonên bi rengî ev biratî têk neçe.”

Grûpeke geştyarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, ku ji 50 kesan pêk hatibû, ji ber ku xwestibûn bi Ala Kurdistanê wêneyên xwe bigirin, li navçeya Çaykara ya Trabzona Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn.

Piştî êrişê 9 kes ji geştyarên Kurd ji aliyê hêzên polîs ên Tirkiyê ve hatibûn girtin û piştre hatibûn berdan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, Ala Kurdistanê di çarçoveya Destûra Iraqê de yasayî ye û daxwaz kiribû, geştyarên Kurd bi zûtirîn dem bên berdan.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû gotin: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî nîşandana nîgeraniya xwe li ser vê bûyerê, aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî erkdar kirine, ku li gel berpirsên Tirkiyê bikevin têkiliyê, da ku bi zûtirîn dem geştyarên Herêma Kurdistanê bêne azadkirin.”

Back to top button