Seminere serhildana Agirî û komkujiya Zîlan
Bi Amadekarîya PAKê Li Amedê Serîhildana Agirî û Komkujiya Gelîyê Zîlan Hate Gotûbêj Kirin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Amedê semînarek di derbarê Serîhildana Agirî û Komkujiya Geliyê Zîlan li dar xist.
Semînar ji aliyê rêxistina PAKê ya li Amedê hati organîze kirin.
Îro roja şemîyê, 20ê Tîrmehê li bajarê Amedê, semînarek di derbarê Serhildana Agirî û komkujiya Geliyê Zîlan de hate lidarxistin.
Semînar di roja 20.07.2019an di saet 13:00an li Galerîya Amedê û li Jûra Muhasib û Mişawirên Malî hat eli dar xistin.
Semînar ji aliyê rêxistina Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ya li Amedê ve hat organîzkirin û Hanîfî Turan moderatoriya wê kir.
Di semînarê de,Kerem Serhatli û Seîd Veroj wek axêver beşdar bûn.
Semînar ji du mijarên sereke pêk hat.
Semîner ji bo kesên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane reû ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir
Piştî rêzgirtinê Hanîfî Turan axaftinek kir.
Hanifî Turan got: ‘Mirovên ji dîroka xwe ders wernegirin nikarin pêş bikevin.Divê dersên ku em ji dîroka xwe derxînin j ime re bibin pûsûlaya me me ya sereke’.
Hanifî Turan di dawîya axaftina xwe de got: ‘Em bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku jenosîdên kû pêk anîye qebûl bike û uzrê ji gelê Kurd bixwaze’ .
Di beşa yekem de lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj destûra axaftinê wergirt û di derbarê Rêxistina Xoybûnê û Şoreşa Agirîyê de agahîyên berfireh da.
Seîd Veroj got: Damezrandina Rêxistina Xoybûnê pêşengîya Şoreşa Agirîyê kirîye û berdewamî ya şoreşa 1925an e.
Di beşa duyem de, dîroknas, lêkolîner, nivîskar Kerem Serhatlî li ser Jenosîda Gelîyê Zîlanê agahiyên berfireh da, ku ew jî bi xwe ji wê dewerê ye û gelek kesên ji malbata wî di wê komkujîyê de jiyana xwe ji dest dane
Semînar piştî axaftinan bi nîşandana belgefîlmeke di derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan berdewam bû.
Pîştî nîşandana belgefîlmê, beşdarên semînarê bîr û ramanên xwe anîn ziman.
Herweha bername ji alîyê medyaya kurdî ve jî hat şopandin.
K24 TV ,Kurdîstan TV û War TV di semînarê de amade bûn .
Hêjmareke zêde û berbiçav ku ji sîyasetvan û rewşenbîrên Kurdistanî pêk hatî beşdarî semînarê bûn. Beşdarên semînarê piştî ku semînar xelas bû, spasî û kêfxweşîya xwe ji PAKê û ji Kerem Serhatlî û Seîd Veroj re anîn ziman.