CîhanRojev

Erdogan û Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan axivîn

Serokomarê Tirkiye Erdogan bi Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan ra bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Dezgehê Ragihandinê, Erdogan bi Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan ra bi telefonê axivî.

“Di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye û Ermenistanê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de her du serokan herwiha tekezî li ser wê yekê kirin ku pêkanîna aştî û aramiya herdemî li navçeyê dê bibe sedema geşepêdan û aramiya hemû welatên navçeyê û diyar kirin ku ew dê li ser xebatên dîplomatîk ên di vî warî de berdewam bin.

Back to top button