Cîhan

Erdogan danezana “tekoşîna li dijî şideta ser jinê” îmze kir

Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde şidet li jinan tê kirin û jin lê tên kujtin. Şideta li ser jinê û kujtina jiyan yek ji pirsgirêkên civaka Tirkiyê ye. Li gor îstatîstîkan, di 20 salên dawiyê de li Tirkiyê 3185 jin hatine kujtin. Tenê di 10 mehên 2023an de 234 jin hatine kujtin.  

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKP R.T.Erdogan bi minasebeta “25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê”, Danezana Serokkomariyê ya Hejmara 2023/16an a Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê” îmze kir, danezan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

Di daxuyaniya serokkomariyê de “pêwîstî hatiye dîtin ku tedbîrên ji bo rêlibergirtina şîdeta li ser jinê û paraztina mexdûran bi bîr bînin” hat gotin. 

Di danezanê de wilo hat gotin: 

“Ji bo pêkanîna qanûnên têkoşîna li dijî tundiyê û di edaletê de hêsankirina gihandina mexdûran wê tedbîrên qanûnî û îdarî yên pêwîst berdewam bin. Di pêkanîna çalakiyên ku di Plana Çalakiyên Netewî de cîh digirin, wê her cûre hevkarî bi berdewamkirina tedbîrên qanûnî, îdarî û darayî yên pêwîst di çarçoveya ‘tehemula sifirê ya ji tundiyê re’ ji hêla wezaret, sazî û dezgehên giştî yên têkildar ve bê misogerkirin. Hemî sazî û rêxistinên giştî wê ji bo mexdûrên şîdetê û kesên pê re, yên ku di çarçoveya Qanûna Paraztina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tund û tûjiyê ya ku di hejmara 6284an de biryara girtina wan hatiye dayîn, xizmetên paraztin û pêşîlêgirtinê peyda bikin”.

Di vê derbarê de Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê X de diyar kir ku ewê bi plana “li hember şîdetê sifir tolerans” li dijî tundiyê têbikoşin.

Back to top button