Polîtîk

Erdogan: Em dubarebûna karesata Helebçe, Hims, Hema û Bosne naxwazin

Receb Tayib Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê di preskonferensekê  de li Istembûlê ji Qezavî serokê Lîbyayê xwast bi zûtirîn dem destberdarî desthelatê bibe û got:

–  Em dubarebûna karesata Helebçe Hims, Hema  û Bosne naxwazin , em dixwazin edî cihana islamî bi tenahî bijî.

– Me tevî Qzafî rêya çareseriyê gotûbêjkir lê wî daxwazên m qebûl nekirin, sereray wê ku Lîbya ne milkê tu kesî yan tu eşîretê ye.

Serokwezirê Tirkiyeyê amaje kir ku ev rewşa niha li Lîbiyayê heye dive bi destê xelkê welatê Lîbiyayê were çareserkirin û hojdarî da şandina çekî ji bo wê deverê.

– Em çi Helebçeyên din yan Hims û Hema û Bosne yên din naxwazin, azadî, dadperwerî û yeksanî ji mafê gel e û em dixwazim sistema cihana islamê bi dadperwerîyê bê birêvebibin û em dê berdewam bin li ser siyaseta xwe ya piştgîriya gelên bindest û mafê wan diparêze.(Aljazeera)

Back to top button