Polîtîk

Daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê li dor rapora Livîn

Sebaret bi wê raporta ku di hejmara 160 a roja 01.05.2011ê de di kovara Lîvîn de hatiye belav kirin û têda behsa wê yekê dike ku qaşo polîbûroya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi hevkariya polîtbûroya  Yekîtîya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) plana kuştina her sê serkirdeyê aliyên opozîsyonê (Tevgera Goran, Yekgirtuya Îslamî û Komela Îsalmiya Kurdistanê)  dariştiye, îro birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê daxwaz ji dawakarê giştî kir ku dest bi lêkolîneke hûr li ser vê meseleyê bike. Ji ber ku ev meseleyeke metirsîdar e û nabe bi tu awayekî bê dengî lê bête kirin. Ji bo wê yekê pêwîste dozgerê giştî dirûstî yan nedirûstî vê meseleyê diyar bike û li her du rewşan de jî divê rêkarên yasayî li ber bigre.

Berdevkek bi navê

Serokayetiya herêma Kurdistanê

 04.05.2011

Wke tê zanîn kovara Livîn ku, li bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike,  di himara xwe ya roja 1ê gulanê de raporek weşandiey ku tê de diyar dike ku qaşo PDK û YNKê pilana kuştina serokê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa, emîndarê Yekgirtuya Îslmaiya Kurdistanê Selahedîn Bihaedîn û emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr dariştiye. Ji aliyê xwe ve PDK û YNK bi fermî naveroka rapora kovara Livînê red dikin û li dadgehê şikayet doz li ser kovara Livînê vekirine.

Back to top button