Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayib Erdogan dema çû malekê û du zarûk dan ber hemêza xwe, kurdewarî peyivî û daxwaz kir ku xêzan pir zarûk bînin.
Lê heta niha Serokwezîr Erdogan tenê behsa anîna du-sê zarûkan dikir, lê vê carê behsa çar û zêdetir anîna zarûkan kir.
Gelo çi hat bira Serokwezîr? Belkî jî ev kuştinên civakî ku bi teqandina makîneyên bobebarkirî ku her carê bi dehan kes têne kuştin, hatibe bîra wî.
Serokwezîr erdogan li bajarê Dilokê (Entab) dema çû şahiya daweta kurê Ehmet Uzerê serokê AK Partî yê bajêrê Dîlokê û li wirê gote dawetvaniyan ku dive xêzan zêde zarûk bînin.
Hêja ye bê gotin ku Serokwezîr Receb Tayib Erdogan, di dema hikûmetên berê de ku plankirina nifusê çêdikirin rexne kir û weha got xelkê: “Eger nifuseka me ya ciwan û dinamik hebe, bi alîkariya Xwedê pêşeroj ya me ye. Spas ji Xwedê re niha temenê ji sedî 60 nifusa me, di binê 30 salî de ye. Lê belê gava ku em li zêdebûnê dinêrin, eger wisa here, di sala 2040î de wê xetera kêmbûna infûse derkeve hole.”
Rojeva Kurd/Dîlok
A .Z