Polîtîk

Erdogan bi tundî BDP rexne kir

Serokkomarê Tirkîyeyê Abdullah Gul, di derbarê hinek pirsên  di rojeva Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Gul di derbarê dawî hatina agirbestê got ku, tê zanîn ku gelê me li diji terore ye,  dive ji bû çareseriyê cardin metodên teroristî neyên karanîn. Emê li himber terorê xwediyê  helwestek tund bin. Herweha di derbarê girtina Ocalan de jî Gul got: Dadgehê di vî warîde biryara xwe daye.ew cezayê xwe dikişîne.

 Serokwezîre Tirkîyey Recep Tayyip Erdogan jî di derbare biryara PKK de, gelek bi tundî axivî û BTD bi tundî rexne kir. Erdogan got BDP li ser terorê siyasetê dike.

Erdogan di derbarê dawî anîna prosesa agirbestê û helwesta BDP-ê got:“ Rêxistina terorist bere bi reya malper, rojname û hin ajansan peyamen xwe radigihand.  Lê niha em dibînin ku partiyek siyasî ji dev prensîbên siyasete berdaye û bûye berdevkê rêxistina terorist.“

 BDP-ê li ser kuştina gencan û hestirê çavên dayikansiyasetê dike.Deriyê kargehan tê girtin, kolan bûne wek cihê şer li ser van bûyeran ew tenê hesabê hilbijartina û girtina çend dengên zêde dikin. Gelo maj i bo çend dengan kuştina gencan pêwiste?  Her tim pirsa KCK-ê li ser devê wane. Eger KCK li dijê qanûnê kar bike wê li gora qanûnê bêne ceza kirin. Rewşa KCK-ê biryara dadgehan e.“

Hevseroke BDP Selahattin Demirtaş,li ser daxuyaniya Erdogan  got: “ Eger di deste wî de belge hebe bila keremke û ispat bike ku BDP tûndîyê dixwaze. Erdogan heta niha ji bo çarserîya ve pirsgirêkê tiştek nekiriye, nikarin bersiva me bidin. Ji bo vê jî me tawanbar dike. Eger hun di derbarê çareseriyê de BDP-ê şaş dibînin , kerembikin hun bêjin ka wê çareserî çewebe.“

 Di derbarê dawî anîna agirbestê Demirtaş got: Ji ber ku hukumetê tu gavên erênî neavêtin, PKK neçar ma biryara dawî anîna agirbestê daye.

Back to top button