Polîtîk

Dezgehên sivîl aşitiyê dixwazin

Li Amedê dezgehên sivîl û BDP bi hevre daxuyaniyek hevbeş belav kirin. Berpirsên KCD, berpirsên BDP-ê serokê odeya pişesazî û bazirganî Galip Ensarîoglu, serokê GUNSIAD Şahismail Bedirhanoglu, serokê MAZLUMDER, serokê Komela Mafê Mirovan Raci Bilici û serokê Baroya Diyarbekir Mehmet Emin Aktar li ber mêvanxaneya bajarvaniya Amedê kom bûn û daxuyaniyek hevbeş jib o raya giştî ragihandin.

Di vê daxuyaniyê de daxwaza berdewambûna agirbestê hat kirin. Daxwaziyên din yên vê daxuyaniyê ev bûn.

–    Li gel Ocalan pêwendî bêne danîn.
–    Ocalan di xaniyek de di binçav de bê.
–    Hestiyên ku ji tibên komelî derdikevin bêne tehlîl kirin û nasnama wan bête kifşkirin.
–    Girtiyên doza KCKûê werin berdan.

Heweha  ragihandn ku ew hêvîdarin ku agirbest berdewam be, ev yek ji bo aşitiyê wek pêwistiyekî tê dîtin.

Back to top button