Nivîsar

Raperîna gelan

Bûyerên ko îro li cîhana erebî rû didin bi gotineke kin, dîrokî ne û xwedî wateyên pir girîng û kûr in, û wê guhertinên mezin û girîng bi xwe re bînin û  riwê herêmê, civatê û siyasetê bi awayekî bingehîn biguherin..

Di dîroka welatên erebî de ev e yekem car e ko milet bi hêza xwe dikarî desthilatdaran û rêjîman biguhere û baweriya xwe bi vîn û hêza xwe vegerîne, ew hêz û vîna ko ji mêj wenda kiribû..Berê guhertin tim bi darbeyên artêşê bû, yan bi alîkariya derve pêk dihat,û ev guhertin tim li dijî vîn û xwestinên milet bû..Eger em wan demên kurt yên jiyana dêmokrasiyê, pistî serxwebûnê, jê derînin, qet tu paxav ji milet re nedihate kirin..Loma ev a ko nuha dibe pir girîng e û deriyê guhertinên mezin vedike ji bo ko gelên vê herêm jî wekû hemî welatên dêmokrat û pêsketî, bibne xwedî biryar û çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bikin..

Di van bûyeran de çend tiştên nû û girîng hatine xuyakirin: yek jê hêza xortan û rola wan di guhertinan de û bê goman bandora wan di pêşeroja jiyana siyasî û civakî ya van civatan de, ya din partiyên siyasî ne xwedî insiyatîv bûn û ev raperîn ne di bin siya tu îdiyolociyan de hate bi rê ve birin, bi wata ko dibe di pêşerojê de bandora partiyan lawaz bibe yan jî bi kêmanî ev rol rengekî din bistîne, ya din rola şoreşa komînîkasiyonê û globalîzmê di guhertinên pêşerojê de, û her weha rola ragihandinê jî, ya ko da xuyakirin ko êdî çewsandin, zor û kuştina bi dizî û veşartî nema ye..

Ji alîkî dî ve balkêş bû ko Emrîka û YE xwedî helwesteke erênî bûn, bi ser ko di destpêkê de dudilî bûn, lê paşê piştgîrî dane guhertinan..Bê goman ev helwest li ser bingeha berjewendiyan tê avakirin..Her çiqasî Emrîka û YE di dirêjiya dîrokê de guh nedane dêmokrasiyê li van herêman û piştgîriya dîktatoran kirine, lê ji hêrivtina dîwarê Berlîn û vir ve, û bi taybetî paş 11ê êlûnê, nerîneke nû hate xuyakirin ko guhertina van rêjîmên dîktator kare têkeve xizmeta berjewendiyên wan de, û ev dîtin bi hatina rêvebiriya emrîkî bi serokatiya Bush ê kur, û taximê wî yê neoliberal, bêtir zelal bû û heta ko  navê (Pirojê Rojihilata Navîn a nû) jî stand, û bi şerê Iraqê û hêrvandina rêjîma Sedam kete qonaxa pêkanînê..Herêm tev hejiya û rêjîmên dîktator û totalîtar ketne tirsê de, lê ji ber gelek sedeman ev piroje rawestiya û taximê ko xwediyê vî pirojî bû ji ciyê biryarê derket..

Nuha ev piroje tê pêkanînin lê ne bi dest û mêtodên derve lê bi destê miletê herêmê bi xwe û bi mêtodên herêmî jî, û di şûna guhertina ji derve û ji jor ve, guhertina ji hundir û ji jêr ve pêk tê..Bê goman ev yek li Emrîka û  YE jî xweş tê, ji ber ko bê rîsk (çi ji aliyê mal ve be yan jî can be) û bê ko wêneyê wan xerab bibe, wekû hêzekî dagîrker û sitemkar, armanca wan pêk tê..Dîsa jî rast e ko tirsa wan hîna ji hêzên oldar û fendîmental heye ko desthilata hinek ji van welatan têxne destên xwe, lê guhertin û dêmokrasî yan jî çi rengekî nû desthilatdariyê be, dikare bibe sedemê ko milet bibe xwediyê welatê xwe û pêşeroja xwe bi xwe destnîşan bike..Ev yek dikare rê li ber birçîbûn, xizanî, çewisandin û zorê bigre, ko ew bi xwe sedemên derbederbûnê (berû Ewrûpa) û tundiyê ne..Ev yek jî di berjewendiyên wan de ye..Loma jî em helwesta wan erênî dibînin..

Pêşeroja van guhertinan ne xuya ye, û gelek pirs û goman hene di vî warî de, bi taybetî di pirsa imkana  avakirina rêjîmên dêmokrat û pejirandina nirxên dêmokrasiyê û lêbralîzmê, û rola artêşê di jiyana siyasî de..Gelo wê modêla Turkiyê bibe nimûneyekî lipeyçûnê, yan wê modêleke erebî bê damezrandin? Gelo hêzên oldar wê sêkolarîzmê bipejirînin yan wê parêzerê vê sêkolarîzmê hebe ? Artêş e ev parêzer yan jî hêza milet bi xwe ye, weke ko nuha nîşan dide?

Di baweriya min de êdî ne mumkin e tu hêz, partî, desthilat yan rêjîm karibe bêyî ko hisabê milet bike, bi rihetî neheqiyê û xeletiyan bike..Buhayê wê pir giran e..Milet êdî dikare desthilatdaran biguhere…!!

Kamîran Haco
 3-3-2011

Back to top button