Cîhan

Erdogan bi Serokomarê Îranê re bi telefonê axivî

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bi telefonê axivî. Di hevdîtinê de, behsa şerê Îsrail û Hemasê, xebatên alîkariyê yên însanî yên ji bo Filistîniyan û gavên ku ji bo agirbesteke mayînde li herêmê bên avêtin hatin nirxandin.

Li gora daxûyaniya medyayê de hatî ragihandin, di hevdîtinê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, xebatên alîkariyê yên însanî yên ji bo Filistîniyan û gavên ku ji bo agirbesteke mayînde li herêmê bên avêtin hatin nirxandin.

Erdogan di hevdîtinê da bal kişand ser girîngiya alema Îslamê bi taybetî Tirkiye û Îranê ku li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser xaka Filistînê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Erdogan diyar kir ku Îran û Tirkiye ji bo ku agirbesta demkî mayînde bibe û aştiya daîmî pêk were dê bi yekîtiyê bixebitin. Di hevdîtinê de her wiha li ser amadekarî û bernameya Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye û Îranê ya ku dê li Tirkiyeyê bê lidarxistin de nêrînên xwe anîn ziman.

Back to top button