Cîhan

Hamasê 17 dîl û Îsraîlê jî 39 girtiyên Filistînî serbest berdan

Di roja sêyem a rêkeftina agirbesta demkî ya navbera Îsraîl û Hemasê de, Hemasê piştrast kir ku 13 dîlên Îsraîlî, 3 Taylandî û 1 dîlê Rûsî radestî Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor kirin. Medya Îsraîlî ragihand ku rehîneyê Rûs jî hemwelatiyê Îsraîlê ye. Li hember vê yekê Îsraîlê 39 girtiyên Filistînî serbest berdan.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku 14 îsraîlî û 3 welatiyên biyanî yên li Şerîda Gazzeyê ji aliyê Hamasê ve radestî Xaça Sor hatine kirin. Her wiha Hamasê ragihand ku wan 13 dîlên Îsraîlî, 1 Rûs û 3 Taylandî radestî Xaça Sor kirine. Hat ragihandin ku 39 zarokên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne hatin berdan.

Hamasê ragihand ku hemwelatiyê Rûsî yê dîl, wek “bersiva hewildanên” Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hat berdan.

Bi vê yekê re hejmara Filistîniyên ku ji roja Înê agirbest dest pê kir ve hatin berdan derket 117an. Hejmara dîlên ku ji aliyê Hamasê ve hatin berdan 40 kes e. Tê texmînkirin ku Hamas nêzî 200 dîlên din jî hene.

Agirbest şeva Duşemê bi dawî dibe, lê îhtimal heye ku were dirêjkirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button