Erdogan: Bi serdana min a Iraqê re, me di têkiliyên xwe de pêşveçûnek cidî bi dest xist.
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin. Erdogan got : “Em ji ber ku rageşiya Pakistan-Hindistanê veguhere pevçûneke germ nîgeran in. Me duh bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re hevdîtineke girîng kir. Em pêşniyara Pakistanê ya ji bo hevdîtinên navneteweyî bi qîmet dibînin. Em hemû hewlên xwe didin da ku rageşiyê kêm bikin û berî ku bûyer bigihîjin xaleke bêveger, rêyên diyalogê vekin.”
Erdogan dibêje: Bi serdana min a Iraqê ya sala borî re, me di têkiliyên xwe de pêşveçûnek cidî bi dest xist. Em hêvîdar in ku em ê vê yekê hîn xurttir bikin. Me bi berfirehî li ser têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê nîqaş kir û her wiha pêşketinên herêmî jî nirxandin. Em pêşxistina hevkariya xwe di her warî de wekî nûnertiya biratiyê dibînin.
Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got: Me ti carî aştî û aramiya Iraqê ji welatê xwe cuda negirtiye, û em nakin jî. Di civîna me de, me girîngiyeke mezin da ewlehî û şerê li dijî terorê. Em ewlehiya Iraqê wek ewlehiya Tirkiyeyê dibînin. Me bi Iraqê re li ser têkoşîna li dijî rêxistina terorîst PKKê li hev kir, û me tekezî li ser hevkariya xwe ya li dijî terorê kir. Em rê nadin ku kes ji Iraqê êrîşî Tirkiyeyê bike. Me careke din tekez kir ku di pêşeroja herêma me de cihê terorê tune ye. Qebareya bazirganiya me bi Iraqê re par nêzîkî 18 milyar dolarî bû, lê em qebûl dikin ku potansiyela me zêdetir e. Em welatên ku bi rêya pêşketinê re eleqedar in vedixwînin ku beşdarî vê projeya stratejîk bibin.
Serokwezîrê Iraqê jî axavtina xwe de got: “Ev serdan û bê guman diyalog û civînên cidî bi awayekî eşkere hatine kirin. Memorandûmên têgihîştinê nû hatine îmzekirin. Ez dikarim bibêjim ku ev hemû berdewamiya peymanên ku me di serdana berê ya birayê min a Bexdayê de îmze kiribûn, dirêjkirinek in. Têkiliyên me bi giranî di çarçoveya van peymanan de têne kirin. Van peymanan aliyên ewlehiyê jî hene. Wekî hûn dizanin, bela terorê bandorê li her du welatan dike. Helwesteke me ya zelal û bê guman li ser van mijaran heye; em ewlehiya Iraqê wekî ewlehiya Tirkiyeyê dibînin. Helwesta hikûmeta me li ser PKKê zelal e. Li gorî qanûnên Iraqê, PKK rêxistineke qedexekirî ye.”
11 ÎMZE DI NAVBERA DU WELATAN DE
11 peyman di navbera Iraq û Tirkiyê de di warên cûda de hatin îmzekirin.