PolîtîkRojev

Erdogan bawere ku, pêvajo biçe serî..

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê di bernameyek ji bo ciwanên AKPê de axivî.

Erdogan got ku hejmareke mezin ji mirovan li van deveran(bakurê Kurdistanê) hatine kuştin. Ev yek wan hiştiye ku li ser pêkanîna pêvajoyekê bifikirin.

“Em rûniştin û bi leşker, polîs û her kesî re axivîn. Me rewş nirxand. Me got em çawa dikarin Tirkiyeyek bê teror ava bikin? Me got em dikarin vê bikin? Em ê ji bo Tirkiyeyek bê teror gavan bavêjin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12-5-2025an de li ser vexwendina Abdullah Ocalan encamên kongreya xwe ya 12emîn ragihand. Di 11ê Tîrmehê de, 30 gerîlayan li Şikefta Jasana ya parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.

“Dibe ku li başûrê rojhilatê Anatoliyê û rojhilatê Anatoliyê çend şikeft bimînin. Me hemû cih paqij kirin û ev kampanyaya paqijkirinê dê berdewam bike. Endamên parlementoyê di pêvajoya Tirkiyeya bê teror de karê xwe baş dikin. Em piştrast in ku li başûr û rojhilatê Anatoliyê aştî heye.”

Back to top button