ENS wek nûnerê fermî yê gelê sûrî hat pejirandin

Konferensa “Dostên Gelê Sûrî”  Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) wek nûnerê fermî yê gelê sûrî pejirand. 83 dewlet û rêxistin beşdarî vê konferensa li Stenbolê bûn, ku piştî li Tûnisê ji bo duyemîn car li dar dikeve.

Di konferensê de herweha eşkere bû ku Erebistana Saûdî û Qeter dê bi milyonan dollar bide ENSê, da ku mûçeyan bidin leşkerên ku ji Artêşa Sûriyê veqetixane û tevlî Artêşa Azad bûne. Serokê ENSê Bûrhan Xelyûn di axavtina xwe de diyar kir ku ewê mûçeyan bidin leşkerên Artêşa Azad.

Ji bilî endamê Komîteya Bicîkirinê ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS), Dr. Ebdilbasit Seyda, ti Kurd beşdarî civînê nebûn. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê nedixwest di nav rêzên ENSê de di konferensê de amade be. Ta deqeya dawî Tirkî ji bo vê yekê dixebitî, lê Kurdan ev yek qebûl nekir.

Kamîran Haco, endamê Komîteya Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), ji Rûdawê re diyar kir ku ENKSê dixwest beşdarî civîna li Stenbolê bibe, “lê çimkî em balkêş dibînin ku em nehatin vexwendin, ev ciyê gumanê ye”.

Serokê ENSê Bûrhan Xelyûn di axavtina xwe de biryara ENSê li ser pirsa kurdî li Sûriyê dubare kir. Wî got ku ENSê “pabend e bi pejirandina nasnameya neteweyî ya gelê Kurd ji aliyê destûrê ve, û doza kurdî wek beşek bingehîn ji doza niştimanî ya giştî dibîne, û mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçeweya yekîtiya xak û gelê sûrî de dipejirîne”.

Haco got ku ew baş dibîne ku Bûrhan Xelyûn di gotina xwe behsa pirsa kurdî li Sûriyê kiriye. Endamê ENKSê got: “Lê helwesta wan ji bo me hîn ne zelal e. Em dixwazin beşek bin ji opozîsyona sûrî û em dixwazin bi hevre ji bo rûxandina rêjîma Sûriyê bixebitin. Em biryara li Tûnisê ya ENSê baş dibînin, lê em dixwazin li ser ava bikin. Ji ber vê yekê em çend caran bi ENSê re civiyane û em dixwazin bigihên lihevhatineke giştî.”

Parêzer Redîf Mistefa, endamê berê yê ENSê, ji Rûdawê re diyar kir ku eger gotina Xelyûn nekeve “Soza Niştimanî ji bo Sûriya pêşerojê”, hingî “ti wateya wê tune”. Mistefa, ku wî û piraniya endamên ENSê berî çend rojan dawî li endametiya xwe anîn, got: “Ez hêvî dikim ku hevalên me yên di koma kurdî ya ENSê de ku vê dawiyê dawî li endametiya xwe anîn, bi vê gotinê neyên xapandin û venegerin nav rêzên ENSê. Divê ev xala li ser pirsa kurdî bikeve “Soza Niştimanî ji bo Sûriya pêşerojê”, wekî din em qebûl nakin.”

Di daxuyaniya dawî ya kombûna berî çend rojan li Stenbolê de, ku navê “Soza Niştimanî ji bo Sûriya pêşerojê” lê hatiye kirin, di xalekê de peyva “Kurd” derbas dibe: “Destûr teqez dike ku nabe cudabûn di navbera ti pêkhatiyên olî, mezhebî û neteweyî yên civaka sûrî de peyda bibe, ango di navbera Ereb, Kurd, Aşûrî, Siryan, Turkmen û yên din. Destûr herweha mafên wan ên wekhev di hundirê yekîtiya xak û gelê Sûriyê de dipejirîne.”

Nerîna min :