BDP xwe muxatab nabîne

Piştî daxuyaniya serokwezîrê Tirkiye di derbarê planên hukumetê ji bo pirsa kurd gotubêjek nû li Tirkiye û Kurdistanê destpêkir. Erdogan gotubû ku em hêdî PKK-ê û tu rêxistinên nehînî wek muxatabê pirsa kurd nabînin. Bi vîawayî deriyek vekirîji bo BDP-ê vekir.

Berpirsên BDP-ê wek caran xwe wek muxatabê hukumetê nedîtin û dan xuyakirin ku muxatab PKK û Ocalan e.

Parlementera Wanê Aysel Tugluk daxuyaniyek da rojnama Tarafê û dibêje:Ji bo destpêka pêvajoyek nû dive gelek tişt berçavre bêne derbas kirin. Di vê derbarê de Tugluk got: Divê hukumet baweriyê bide kurda û PKK jî baweriyê bide tirka.Divê bawerîyek peyda bibe û hinek gavên praktik bêne avêtin.

Di derbarê muxatabê pirsa kurd û role BDP-ê de Tugluk got: Me hêja di nava xwe de di vê mijarê de tu nirxandin nekirine.Ez nizanim dê pêwendiyek destpêbike yan nake, yan jî dê kî van pêwendiyan pêkbîne…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: