Nivîsar

Enqere û Bexda di hevkariya PKK û Projeya Rêya Pêşketinê de gavên nû diavêjin

Wezareta Derve ya Iraqê di derbarê ewlehiya sînor û pêwendiyên dualî de belgeyekê amade dike.

Tirkiye û Iraq wê di Nîsana bê de li paytext Bexdayê li ser ewlehiya sînor, hevkariya têkoşîna li dijî çalakiyên PKKê, pirsgirêkên av û enerjiyê û hevkariya di Projeya Rêya Geşepêdana Iraqê de gera nû ya muzakereyan li dar bixin. Ev danûstandin berdewamiya gera berê ye, ku di 19ê Kanûnê de li Enqerê li Wezareta Derve ya Tirkiyê bi serpereştiya her du wezîrên derve û bi beşdariya wezîrên berevaniyê û serokên rêxistinên istixbaratî û ewlehiyê yên her du aliyan, pêk hat.

Dosyaya PKK

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên di çarçoveya beşdarbûna xwe ya Sêyemîn ya di Forûma Dîplomasî ya Antalyayê de daxuyanî da û got ku, PKK ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêka Iraqê ye jî. Husên teqezî li ser wê yekê kir ku di destûra Iraqê de hatiye gotin, ji bilî xaka Iraqê rê nayê dayîn ku tu grûp û rêxistin êrişî welatên din bike.

Husên her weha got, her du alî li ser amadekirina du belgeyan li hev kirin ku wê di civîna bê de li Bexdayê bên pêşkêşkirin û aliyên Iraqî jî belgeyek di derbarê ewlehiya sînor û pêwendiyên dualî de amade kirine.

Di van hevdîtinan de wê belge bên nîqaşkirin û li ser vê bingehê plansaziya çalakiya hevpar bê çêkirin. Di van mehên dawî de li ser xeta Enqere-Bexda-Hewlêrê tevgerek tund heye. Bi taybetî li ser têkoşîna li dijî çalakiyên PKK, qutkirina desteka ji bo wê û tetbîqkirina tedbîrên kontrolê yên li ser sînorên Iraq, Tirkiyê û Sûriyê hatin kirin. Wezîrê Paraztina Netewî Yaşar Guler tevî Serfermandarê Giştî Metîn Gurak di 8ê Sibatê de serdana Bexda û Hewlêrê kiribû û bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şîya es-Sudanî û Wezîrê Paraztinê Sabit el-Ebasî re hevdîtin kiribû. Her wiha li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin pêk anîn. Berî vê jî Musteşarê Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin 2 caran serdana Bexda û Hewlêrê kiribû.

Armanca serdanên navborî gihandina peyamek zelal ji bo Bexda û Hewlêrê bû ku teqezî li ser jinavbirina metirsiyên PKK bû û Enqere amade ye bi awayên cûrbicûr piştevaniyê ji bo jinavbirina van gefan bike. Herî dawî Enqere kêfxweşiya xwe ji hevkariya Bexda û Hewlêrê re nîşan da û têgihiştina wan ew e ku PKK li ser Iraqê jî metirsî ye. Lê ji ber ku Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştevaniya xwe ji PKK re ragihandiye, bajarê Silêmaniyê jî ji bo Tirkiyê cihê aloziyê ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan Pêncşemê li Antalyayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de behsa amadekariyên serdana Erdogan a ji bo Iraqê hat kirin. Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hat hildan, rojeva Lûtkeya Ewlehiyê ya Tirkiye-Iraqê ya ku tê plankirin meha bê bê lidarxistin wê di vî warî de be.

Serdana Erdogan a Iraqê

Hefteya borî Erdogan ragihandibû ku ew plan dike piştî hilbijartinên herêmî serdana Iraqê bike. Hikûmeta Iraqê pêştir ragihandibû ku Erdogan wê di 25ê Tîrmeha 2023an de biçe Bexdayê û ligel berpirsên Iraqê bicive, lê ev serdan çend caran hat paşxistin. Çavkaniyên Iraqî diyar kirin ku serdana Erdogan a Bexdayê li ser ” mijarên tevlîhev ên ku li ser li hev nayên kirin” bi hinceta nakokiyên li ser dosyayên av û enerjiyê û rêxistina terorê PKK ye.

Projeya Rêya Pêşveçûnê

Enqere û Bexda giringiyê didin hevkariya di Projeya Rêya Pêşketinê de. Husên bal kişand ser girîngiya projeya ku ji Bendera El-Faw a Besrayê dest pê dike û li ser sînorê Tirkiyê diqede û bi dirêjahiya 1200 kîlometreyan rê, rêya trênê, enerjiyê û xetên ragihandinê digire nava xwe. Husên diyar kir ku ji bo projeyê fînansekirinek cidî hewce dike, ev jî tê wê wateyê ku welatên cûrbicûr dikarin di projeyê de veberhênanê bikin û got ku Projeya Rêya Pêşketinê projeyek pir mezin e. Husên got ev proje tê wateya ku bi rêya Iraqê welatên Kendavê bi Tirkiye û Ewropayê re bên girêdan.

Erdogan roja Înê di çarçoweya Korbenda Sêyemîn a Korbenda Dîplomasî ya Antalyayê de li gel Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser wê yekê kir ku Projeya Rêya Geşepêdanê ji bo welatên navçeyê bi taybet Iraq û Tirkiyê giring e. Wî diyar kir ku wê piştgiriya temam a Tirkiyê ji bo projeyê bidome. Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, Erdogan bal kişand ser girîngiya xebatên têgihîştina ji bo aştî û aramiya herêmê û têkoşîna hevpar a li dijî rêxistina terorê PKK û şaxên wê yên li Sûriyê.

Saîd Abdurrazik/  Şarkul Avsat

Back to top button