Polîtîk
ENKSê li Şamê Ofisa xwe vekir

Duh 18ê Nîsana 2026an, Xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ofîsa xwe vekir.
Bi amadebûna Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl, xwecihiya Şamê ya ENKSê ofîsa xwe li Taxa Ruknedîn vekir.
*”Avakirina rewşeke yekbûyî”
Serokê Xwecihiya Şamê ya ENKSê Luqman Oso ji Welat TV re got, niha qonaxeke nû ye û vekirina ofîsê hat da ku em xwe nêzîkî kolana Kurdî bikin û rewşeke yekbûyî bi rêya pêwendiyan ava bikin.
Serokê Xwecihiya Şamê ya ENKSê Luqman Oso diyar kir ku pispor di gelek waran de hene û em ê çalakiyên cuda encam bidin û xwe nêzîkî çîn û pêkhateyên civakê bikin.
Di merasîman de berpirs û endamên xwecihiyê û kesayetiyên siyasî û civakî beşdar bûn.


