Polîtîk

ENKSê li Qamişlo komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Karvedan û helwestên şermezarkirin û protestokirinê derbarê komkujiya ku li Cindirêsê çê bû, berdewam in û bêhtir û berfirehtir dibin.

Li bajarê Qamişlo yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, kombûneke şermezarkirinê bi serperiştiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî li Qamişlo hate birêvebirin.

Hin serkirdeyên ENKSê dibêjin ku ew komkujî bi awayekî sîstematîk û praktîzekirî hatiye kirin, ne ku karekî takekesî ya çend çekdaran e.

Serperiştên wê kombûnê daxwaz dikin, grûpên çekdar ji Efrînê bêne derxsitin û rêveberiya wê herêmê têkeve destên xelkên wê yên resen, ku ew jî Kurdên Efrînê ne.

Beşdarbûyên wê kombûnê hevsoziya xwe ji bo gelê Kurd li Efrîn û Cindirêsê nîşan didin.

Êvara roja berî Newrozê, 20ê Adara 2023yan, çekdarên ser bi grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye, bi sedema dadana agirê Newrozê, 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê, ji yek malbatê kuştin û 2 kesên din jî birîndar kirin. Ji wê rojê ve heta niha rewş li Efrîn û Cindirêsê ne aram e

Back to top button