Serokê Nûnertiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd jî bal dikşîne ser wê yekê ku niha komîteya amedekar li ser dema lidarxistina Kongreya 4emîn amadekariyên xwe dikin û biryar e di destpêka meha Tebaxê dema kongrê were destnîşan kirin û tê de behsa astengiyên li hemberî paşxisitina dema kongrê jî dike.Serokê Nûnertiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd ji K24ê re wiha axivî: “Biryara me ew e ku kongre divê lidar bikeve û dem jî hatiye diyarkirin, lê ji ber gelek astengiyan, em tekez nakin ku kongre lidar bikeve, ji ber ku rojana baregehên me têne girtin û endam û serkirdeyên me tên girtin û siyast jî tê qedexekirin.”Derbarê tevlîbûna partiyên ku beriya niha ji ENKSê cuda bûne, an jî yên ku dixwezin tevlî ENKS bibin de , Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Neşet Zaza ku partiya wî di nava ENKSê de ye ji K24ê re got: “Her kes û partiya ku bîr û baweriya wî bi bernameya ENKSê ya siyasî, mafê gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û sîstema ferderalî li Sûriye bi giştî bîne, deriyê ENKSê ti carî li pêş ti partiyeke siyasî nehatiye girtiye.”ENKS hevgirtineke siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye û li gor serkirdeyên ENKSê dibêjin lidarxistina kongrê dê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê be û niha çavê alîgirên ENKSê li benda dema kongre û xebata ENKSê ne ku dê piştî Kongreya 4emîn dê çi guhertin li ser erdê werin kirin.