Polîtîk

Referandum navçeyên 140 vedigerîne ser herêmê

Yek ji wan xalên ku destûra Iraqê cîbicî nekiriye, madeya 140 e, lê pispor dibêjin tê pêşbînîkirin ku referandum ji aliyê yasayî ve jî wê pirsgirêkê bidawî bîne û ew navçe vegerin ser îdareya Herêma Kurdistanê.Çavdêrê siyasî û pisporê di warê yasa û destûr de Aso Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber ku ew navçe hestiyar in û gelek pêkhate li wir hene, bi baweriya min gerek mîsaqî şeref di navbera pêkhateyan de hebe, ew jî ji bo ku di destûrê bê yê Kurdistanê de mafê wan pêkhateyan bê garentîkirin.”Ebdulrehman Xelîfe, pispor di warê hilbijartinan de, ji malpera KDP.info ragihand: “Madeya 140 ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nehatiye cîbicîkriin û ez qet bawer nakim dijminên Kurdan, yan jî deselatên Iraqê razî bibin ew made cîbicî bibe, ji ber ku heta niha wan berpirsên Iraqê nedihişt ew made cîbicî bibe û digotin ew made dema wê qediyaye.”Xelîfe wiha got: “Herêma Kurdistanê jî derbarê wê madeyê de hinek kêmasiyên wê jî hebûn û gerek hinek karên din jê re hatibana kirin. Niha jî dê referandum wê pirsgirêkê çareser bike û dê wan navçeyan ji aliyê yasayî û bi fermî jî vegerîne ser îdareya Herêma Kurdistanê.Tê zanîn ku roja 25ê meha 9 ya îsal dê referandum li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî jî, birêve biçe.

Back to top button