Dosya

ENKS û TEV-DEM ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê digihin rêkevtinê?

Tevî ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku du bereyên nakok in li Rojavayê Kurdistanê, dawî li zimanê tund ê li hember hev anîne û bi awayekî nerasterast di nav guftugoyê de ne, lêbelê heta niha jî asoya yekrêziya nav mala Kurd li wê beşa Kurdistanê ne zelal e. Siyasetmedarekî Kurd derbarê vê mijarê de dibêje, “egera rêkevtinê heye, lê eger derfeta manovran hebe, her du alî jî xwe ji rêkevtinê didin paş.”

Piştî rûdana şerê navxwe yê li Sûriyê, bi derbasbûna dem re, çend blokên siyasî li Rojavayê Kurdistanê pêk hatin.

Bloka yekem Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di dawiya sala 2011an de hat damezrandin. ENKS endama îtîlafa opozisyona Sûriyê ye û di nav desteya danûstandinan a opozisyonê de jî cih digire. Pêşmergeyên Roj  ku niha li herêma Kurdistanê ne, baskê serbazî yê ENKSê ye.

Bola duyem, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) e ku ji sala 2014an ve rêveberiyek li Rojavayê Kurdistanê damezrandiye. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baskê serbazî yê vê blokê ye.

Bloka sêyem, Hevbendiya Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (Hevbendî) ku 5 hizban li xwe digire. Partiya Pêşverûya Kurd ku partiyeke diyar e li Rojavayê Kurdistanê li derveyî van her sê blokan e.

Di navbera blokan de milmilane heye, taybet jî di navbera blokên yekem û duyem. Pisporê karûbarên Rojhilata Navîn ku di pirsa Kurd jî ji nêzîk ve dişopîne, Fehîm Taştekîn, derbarê pirsgirêkên di navbera wan herdu blokan de dibêje, “Her du alî xwedî dîrokên ciyawaz in, formên rêxistinî yên ciyawaz û xwedî dîtinên ciyawaz in bo çareseriyê. Yek daxwaza çareseriya federalî dike, aliyê din modela Xweseriya Demokratîk daniye.”

Şerê navxwe yê Sûriyê bi hevkêşiya aloziyan, peywendiyên navbera van herdu blokan aloztir kirine. Li gor Taştekîn, “Hemahengiya ENKSê li gel îtîlafa oposizyona Sûriyê, hewlên Tirkiyê bo bikaranîna ENKSê, herwiha amadebûna PYD bo birîna peywendiyan li gel rejîma Sûriyê, faktorên sereke ne ku herdu alî îtîrafê bi hev du nekin.

Heta niha çend rêkevtin û danûstandin di navbera her du aliyan de hebûne, lêbelê ti ji wan nehatine cîbicîkirin. Roja 11ê Tîrmeha 2012an, partiyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê, li ser pêkanîna ‘Desteya Bilind a Kurd’ rêkevtin. Lêbelê ew rêkevtion nehat cîbicîkirin û kar pê nehat kirin. Roja 20ê Cotmeha 2014an careke din her du alî bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî, li Duhokê rêkevtin, lê ew rêkevtin jî nehat cîbicîkirin.

Peywendiyên her du aliyan rastî astengiyan hatin heta gihiştin wê astê ku sengeran li hev bigirin û herwiha karkirina hejmareke hizban ku di bin sîwana ENSKê de ne, li Rojavayê Kurdistanê hat qedexekirin. Çendîn kadroyên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, ji aliyê hêzên emnî yên Rêveberiya Xweser ve ahtin desteserkirin.

Heta êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê jî rewş bi wî rengî ma. Lê wê êrişê bingehek bo nêzîkbûna aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê ava kir.

Roja 25ê Cotmeha 2019an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, daxwaza diyalogê li ENKSê kir. Roja 4ê Mijdarê jî şandeke ENKSê li gel Mazlûm Kobanî kom bû. Roja 17ê Berfanbara îsal jî Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bo destpêşxeriya HSDê ragihand û amadebûna xwe nîşan da bo pêkanîna hevbeşiyeke rasteqîn di navbera Rêveberiya Xweser û ENKSê de.

Desteya navborî ragihand ku ti astengiyeke yasayî li ber ENKSê nîne bo vekirina nivîsîngehên xwe li Rojavayê Kurdistanê. Di daxuyaniyê de behsa vekişîna hemû giliyan jî hatibû kirin ku derbarê serkirdeyên ENKSê de hatibûn tomarkirin.

Derbariyên girtiyên siyasî de jî ku yek ji daxwazên ENKSê ye, di daxuyaniyê de hatibû gotin, “Ji aliyê Fermandarê HSDê ve lîsteyek gihiştiye destê me ku navê 10 kesan tê de ye. Me komîteyek bo pêdaçûnê pêk aniye.”

48 demjimêr piştî vê beyannameyê, asayişa Rojava endamekî ser bi ENKSê ve yê bi navê Siûd Îsa azad kir. ENKSê jî bersiva beyannameya Rêveberiya Xweser da û weke erên bi nav kir.

Elîza Markos ku derbarê dîroka tevgera rizgariya Kurd de li Bakurê Kurdistanê pirtûkeke bi navê, ‘Bawerî û Xwîn’ nivîsandiye, daxuyaniya Rêvebereriya Xweser ‘baş’ dibîne û dibêje, “Eger PYD û ENKS salek berî niha jî PYD û ENKSê, karîban rêk bikevin, gelek girîng dibû û ew rêkevtin dibû alîkar ku piştevaniya navdewletî bistînin. Lêbelê ew rêkevtin pêk nehat û li ser vê yekê divê herdu alî jî bên rexnekirin.”

Di salên derbasbûyî de, jibilî faktorên derve, hevsengiya hêzê jî karîgerî hebû li rêkenkevtina van herdu aliyan. Di wan heyaman de PYDê li gel pêkhateyên din navçe bi hemahengî navçe birêve dibir û ENKS jî li derveyî wê hemahengiyê hatibû hiştin.

Fehîm Taştekî dibêje, “TEV-DEM di heyama ne asayî de bû xwedî hêz. ENKS li derveyî proseyê ma û şiyana xwenûkirinê nema.”

Suleyman Oso, Endamê Encûmena Serkirdayetiya ENKSê û yek ji endamê wê şanda ku li Fermandarê HSDê civiya bû, ji Rûdawê re ragihand, “Helwesta Mazlûm Kobanî bo me cihê dilxweşiyê bû, lê giliya me jî hebû ku wan bersiva destpêşxeriya Fransayê nedabûn û me jê re got eger we bersiv daba, Serê Kaniyê û Girê Spî nediketin.”

Oso, derbarê daxuyaniya Rêveberiya Xweser jî dibêje, “Me kêfxweşiya xwe derbirî û em çaverêyî cîbicîkirinê ne” lê giliyeke wî heye û dibêje, “Dema ku Suud Îsa hat rizgarkirin, berpirsekê li ser navê asayişê got, ‘Suud Îsa kirêgirtiyê Tirkiyê ye, me bo yekrêziyê azad kiriye’.  Vê yekê li aliyê me hesteke neyînî pêk anî ku niha jî weke berê tohmetan çê dikin.”

Îdareya Amerîkayê jî xweşhal e ji van pêngavên Rêveberiya Xweser û bi dûr jî nayê dîtin ku Washington li pişt destpêşxeriya Mazlûm Kobanî be, lêbelê heta niha amajeyên rêkevtinê diyar nebûne.

Ehmed Silêman, Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverûya Kurd ku ew partî di nav wan her sê blokan de cih nagire, dibêje, “Heta niha tiştekî berbiçar ji gotûbêjan derneketiye. Gotin hene ku piştî sersalê bigihijine rêkevtinê. ENKS behsa amadekirina zemînê dike, em ji aliyê xwe ve nizanin ka ew zemîn çiye. ENKSê heta niha bi fermî bersiva destpêşxeriyê nedaye. Di nav TEV-DEM û ENKSê de dengên ciyawaz hene, lêbelê cîdiyeta Mazlûm Kobanî û derdora wî li ser vê mijarê diyar e.”

Ew berpirsê Kurd, egera rêkenevtinê girê dide bi destwerdana derve û dibêje, “Rola navçeyî ya Tirkiyê bo rêkenevtina Kurdan berçav û mezin e.” Lê li gor wî HSD li jêr guşaran e û li rêyeke bo derbasbûna ji wan guşaran digere ku yek ji wan rêyan jî rêkevtina li gel ENKSê ye.

Ehmed Silêman ne geşbîn û ne reşbîn e û dibêje, “Egera gihiştina bi rêkevtinekê heye, lê eger derfeta manorê hebe, herdu alî xwe ji rêkevtinê vedidizin.”

Tevî ku herdu aliyan amadebûna xwe bo rêkevtinekê derbirîne, lêbelê nayê dîtin ku bi hêsanî bikarin bi ser pirsgirêk û grîftan de zal bin.

Elîza Markos li ser vê mijarê dibêje, “Bi salan e ew herdu grûp nikarin rêk bikevin, diyar jî nîne ka dê bikarin niha rêk bikevin. ENKSê her tim rêkevtine xistiye ser dabeşkirina dsesthilatê û Rêveberiya Xweser jî vê yekê naxwaze.Lêbelê bêyî dabeşkirina desthilatê jî ENKS dikare bi piştevaniya hikûmeta xwecihî, vekirina ofîsên siyasî û dariştina daxwazan hêzeke karîger be. Eger ENKS biçe nav hevpeymaniya hikûmraniyê, ev bo paşeroja navçeyên Kurdî baş e, îcar ev bi dabeşkirina desthilatê be an jî bi piştevaniya rewatiya rêveberiya niha be.”

Fehîm Taştekîn jî dibêje, “Amerîka dixwaze aktorên Başur û Rojava li gel hev tevbigerin. Bêguman em bi temamî nizanin, Amerîka bîr li çi ye. Dibe ku li gor wan vegera Pêşmergên Roj bo Rojava dibe nîgeraniyên Tirkiyê jinav bibe, lê bo vê yekê gelek dereng e.”

Ew şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn, Tirkiyê weke astengek li pêş rêkevtina aliyê Rojava dibîne û dibêje, “Rêkevtina ENKS û TEV-DEMê hêsan nîne. Mazlûm Kobanî bo parastina destkevtiyan amaje bi yekîtiya Kurdan dike. Li gor ENKSê jî TEV-DEM ji bo veşartina şikestina xwe li şirîkan digere.”

 

Çavkanî:Rûdaw

Back to top button