Nivîsar

Ji çîrokên pir kurt û dirêj   

Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebûn bîst û heft dewlet, pirên wan di rojhilata navîn de bûn.

Hemû li ser destêt dewletên bi hêz û bandor li cîhanê hatibûn damezirandin, bîst û sisê ji wan diyarî dabûn Ereban, û çarên din, yek diyarî dabûn Farisan, yek dabûn Tirkan, yek dabûn Ermenan û ya dawî diyarî dabûn Ezeriyan.

Rejîmên van her bîst û heft dewletan, çarenûsa hevwelatiyên xwe û hêza leşkerî û ewlehî û perên dewletê hemû xistibûn destêt xwe de, berpirsên wan serbest li cîhanê digeriyan, têkiliyên wan bi hemû dewletan re hebûn, berpirsên wan di wêneguhêz û izgehan de bi “roj” ji hevwelatiyên xwe re weha digotin:” Em welatparêz in, û gerek e, em nehêlin dewleta Isra,îl û tevgera sahyûnî û dewletên rojava zorê û gefa û çewisandinê li miletê Filestînê û misilmanan bikin, em bi dil û canên xwe bi pirsa Filestîniyan re ne- û em her sal bi dehê milyonan didin partiyên Filestîniyan ji bo bervanîyê li xwe û me bikin- û Qudsa pîroz û bi rûmet ji destê dijminê me derxînin- pirsa Filestînê, pirsa me ya bingehîn e, û ya pêşî û dawî ye di xebat û tekoşîna me de, û Xwedê bi me û wan re be.”

Bo van peyvên xaf û tev derew, miletê belengaz ji wan re di kolanan de li çepikan didan.

Piştî dibû danê “êvarî û şev dikete nîvê şevê de” Xwediyê wan peyiv û siloganan li balafirên xwe yên taybet siwar dibûn û berên xwe didan “dewleta Isra,îlê û Qudsa pîroz û bi rûmet û zemînên pîroz” û li wir ji nû ve bi berpirsên Isra,îliyan re şevbuhêrkên xweş derbas dikirin, pevre dixwarin û vedixwarin, heyanî, ku bi wan re serxweş dibûn, peymanên ewlehî û bazirganiyê pevre imze dikirin, û têra xwe û malbatên xwe pere bi xwe re tînin.

Piştî xatir ji hev dixwastin, berên xwe didan “dewletên rojava” li wir bi berpirên rojava re jî têr dixwarin û vedixwarin, heyanî, ku bi wan re serxweş dibûn, û di kerxane û kasînoyên wan de bi kaban dileyîztin û bi keçikên por zer û sipehî re sema û dîlan dikirin, û dawî ew ên durû careke din vedigeriyan nav nîvdewletên xwe.

Ev pirensîpên hemû berpirsa ne, yên ku di van dewletan de ji xwe re li nav û post û şûnkarekî digeriyan.

Xwedêgiravî ji wan re ne qedexe û guneh bû, dema têkilî bi dijminê xwe re dikirin.

Lê, ku yekî Kurd ya jî partiyeke kurdî çi bi eşkere û çi bi dizî hima bi serê zimanan bigotana:”Têkiliyên me bi dewletên yekbûyî yên emerikan re hene, ya jî bi Firensa û Elman û Isra,îliyan re hene.” Wê demê wan kes û partiyan dawî li jiyana xwe tanîn. Ji ber ku ewlehiya van dewlet û rejîman dora miletê kurd hemû kirine sînor, û di bin destêt van rejîman de kesê Kurd be, çênabe serbest bigere, serbest bipeyive, serbst kar bike, serbest bixwe, serbest vexwe, serbet şiyar be, serbest xewke, serbest bixwîne, serbest cilûbergên xwe li xwe bike, serbest sema û dîlanê bike, û çênabe jî bi serbestî bibêje:” Ez mirov im, ez Kurd im û welatê min Kurdistan e.”

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

[email protected]

30.12.2019z – 2631k

Bawerê Omerî

Back to top button