FlaşPolîtîk

ENKS teqîna li Şamê şermezar kir: Hewleke ji bo têkdana seqamgîriyê

Encûmena Niştîmanî ya Kurd teqîna Şamê şermezar kir û da zanîn ku ew êrîş hewlek e ji bo tevlîhevkirina aştiya civakî li Sûriyê.

ENKS di daxuyaniyekê de got ku ew êrîşa terorî ya ku li Kafêtîriyekê li nêzîkî koşka dadê li Şamê çêbûye bi tundî şermezar dikin.

ENKS diyasr jî kir ku ew karê terorî yê li dijî sivîlan ne tenê qurbanî tê de hatin armanckirin, lê armanc jê têkdana ewlehî û seqamgêriya Sûriyê ye.

ENKS da zanîn jî: Ew teqîn hewlek e ji bo belavkirina tirsê û têkbirina aştiya civakî, û pêdivî bi beşdariya hemû Sûriyan heye ji bo parastina aştiya civakî û parastina aramiyê û serxistina qonaxa veguhêz.

ENKS herweha sersaxî ji malabatên hemû qurbaniya re xwest û got: Rûbibrûbûna li terorê û parastina jiyana sivîlan û sepandina yasayê her weha sizadana tawanbaran bingeha sereke ye ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û aram.

Back to top button