CîhanFlaş

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê peywendiyan gotûbêj dikin

Sibehiya îro Înê 03.07.2026an, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ligel Abbas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Di civînê de, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Îranê gotûbêj kirin û derbarê pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin ser rawestandina şer û geşedanên herî dawî yên navçeyê.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevahengiya piralî kirin, bi awayekî ku xizmeta parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên gelên herêmê bike.

Back to top button