ENKS ji yekrêziyê re amade ye.Lê PYD?

Gelek cara hewlên yekrêziya ENKSê û PYDê hatiye kirin. Lê tu cara PYD li erka xwe ya yekitiyê neaniye cih û ji bo yekitiyek li Rojavayê Kurdistanê pêknewê xirabîyên mezin kirine.Niha ku li Suriyê pêvajoyek nû tê jiyandin, ENKSê cardin da xûyakirin ku ew amadene ji bo yekrêziya kurda. Lê ji berî her tiştekî dive girtiyên ENKSê bêne berdan û ofisên ENKSê bêne vekirin da ku zeminek ya lihevkirinê ava bibe.Endamê Sekretariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), Tahir Sifûk  ragihand, di her civîneke wan a bi berpirsên Tirkiyê û welatên din re, ew projeya xwe ya neteweyî pêşkêş dikin, ku li gor peyman û rêkevtinên navdewletî mafê gelê Kurd li Sûriyê parastî be.Tahir Sifûk derbarê hewlên bo yekrêziya hêz û aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Em tekez li ser wê yekê dikin, ku em hewl bidin tevgera Kurdî bidin hev tevî hemû hêzên wê yên sereke û ji wan TEV-DEM û Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS).”Sifûk herwiha amaje bi wê yekê kir, ku pêwîst e ji aliyê TEV-DEM û PYDê ve jî werin avêtin û di vê bareyê de tekez kir, ku pêwsît e PYD û TEV-DEM ofîsên ENKSê vekin, rê li ber çalakiyên wê negirin, girtiyên ENKSê berdin.Li ser beşdariya ENKSê di nava refên Îtîlafa Dijbereya Sûriyê de û rexneyên PYD û TEV-DEMê yên di vê bareyê de jî, wî serkirdeyê ENKSê got, ku nabe ew mijar bibe hincetek û tekez kir, beşdariya wan di nava refên Îtîlafa Dijbereya Sûriyê de girêdayî wê yekê ye, ku çi qas sûd an zirar bo mesleya Kurdî heye.Tahir Sifûk destnîşan kir, eger ew bizanin ku beşdariya ENKSê di nava refên Îtîlafa Dijbereya Sûriyê dê zirara wê zêdetir be, ew dê ji Îtîlafê vekişin.Sifûk da xuyakirin, ku cihgirtina wan di nava refên Dijbereya Sûriyê de yan civîn û hevdîtinên wan bi her aliyekê re mafê wan e.Li ser civînên ENKSê yên bi Tirkiyê re jî Sifûk anî ziman, ku ew di civînên xwe yên bi rayedarên Tirkiyê re tenê behsa projeya xwe ya netewî bo Rojavayê Kurdistanê dikin û ew ji rayedarên Tirkiyê re dibêjin, ku pêwîst e sûriyeya nû sûriyeke federal be û têd emafên Kurdan jî hebe. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: