Civak

ENKS hêzek hevbeş dixwaze lê YPG qebûl nake

Encumena Niştimaniya Kurdên Suriye(ENKS) di derbarê rewşa Kobanê de daxuyaniyek belav kirin. ENKS daxwaz ji xelkê Kobanê kirk u yên dikarin çek hilgirin bila çakan hilgirin û bergiriyê li Kobanê bikin û pişgiriya YPGê bikin.

ENKS di daxuyanidê bangî hêzên Kurdistana Rojava kir û got: Bila em nehêlin DAÎŞ destkeftiyên Kobanê têkbibe. ENKS dibêje : Em nehêlin Kurdistana Rojava vale bibe.

Herweha ENKSê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) li Kobanê duh civiyabûn ser rewşa Kobanê û pêşîlêgirtina DAIŞê rawestiyabûn.

Di civînê de ENKSê xwestiye hêzeke serbazî ava bike lê YPG qayîl nehat ku ji bilî YPG û YPJê hêzeke dîtir li Kobanî hebe.

 

Back to top button