Polîtîk

ENKS: Em tundûtûjiyê red dikin û nenavendî çareserî ye li Sûriyê

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxuyaniyek derbarê pêşhateyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê, Berava Sûriyê û Siwêdayê belav kir û da zanîn ku nenavendî mafên netewî û siyasî li Sûriyê diparêze.

Emîndariya Giştî ya ENKS îro derbarê pêşhateyên Beravê da zanîn ku divyabû hêzên ewlehî yên hikûmeta veguhêz bi ruhê diyalog û berpirsyaretiya niştîmanî serederî li gel daxwazên xwepêşanderan kiriba, li cihê bikaranîna tundûtûjiyê û zêdekirina girjiyan.

Daxuyaniyê tekezî li ser giringiya bihêzkirina aştiya civakî û şermezarkirina tundûtûjiyê û redkirina hemû hewlên ku Sûriyê berev girjiyan dibin kir.

ENKS got jî ku bûyerên Beravê û Siwêdayê nîşana paşguhkirina daxwazên xelkê ye û berdewamiya vê siyasetê aramiyê bi cî nake û dê bibe sedema girjiyên zêde.

Her weha ENKS dilgiraniya xwe ji pêşhateyên dawîn yên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn nîşan da nexasim binpêkirina lihevkirinên derbarê herdu taxan û berdewamiya dorpêçkirina wan.

Di vê derbarê de, ENKS dilgiraniya xwe ji girtina dergeh li pêş şanda Kurdî bo encamdana diyalogekê derbarê çareseriyeke demokrasî ji doza Kurdî re li Sûriyê, nîşan da, her weha dilgiraniya xwe ji necudakirina wê nexşerêya siyasî ji rêkeftinên ewlehî û leşkerî di nav de rêkeftina 10ê Adarê ya di navabera HSD û hikûmet veguhêz de.

ENKS tekez kir ku kirîza Sûriyê bi awayên ewlehî çareser nabe lê pêwîstiya wê bi çareseriyeke siyasî niştîmanî ya giştgir heye ku danpêdanê bi pirengiya Sûriyê bike û sîstemeke nenavendî bipejrîne ku mafên netewî û siyasî li Sûriyê biparêze.

Back to top button