Polîtîk
ENKS: Em ê îro dema lidarxistina konfiransa yakrêziyê ragihînin

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê got, îro dem lidarxistina Konfiransê tê ragihandin.
Fêsel Yûsif Berdevkê Fermî yê ENKSê ji Welat TV: Îro 22yê Nîsana 2025an, demjimêr 11ê sibehê em ê dema fermî ya lidarxistina Konfiransa yakrêzî û yekhelwêsta Kurdî ragihînin.
*Mijara Yekrêziyê
Ji demekê ve her du aliyên serek ên Rojavayê Kurdistanê ENKSê û PYDê di diyalog û danûstandinan de ne, ji bo yekrêziya xwe ava bikin, û bi yek şandê berê xwe bidin Şamê.
*Hemû aliyên Kurdî beşdar in
Di wê konfiransê de, hemû aliyên Kurdî beşdar in, tê de nerîna siyasî û lihevkirina li ser sîstema hukimraniyê li Sûriyê tê ragihandin.