CivakRojev

ENKS daxwaziya rawestandina şerê li Qamîşlo dike

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di derbarê şerê li Qamişlo rûdayî de daxûyaniyek ragihand.li Sûriyê di daxwiyaniyekê de ragihand.

ENKSê di daxwiyaniya xwe de dibêje, ji ber wî şerî bi hezaran malbat ji wê taxê koçberî taxên din bûne û hejmarek welatiyên wê taxê û taxên derdorê şehîd û birîndar bûn e û tirsek ketiye nav welatiyan.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxwaz rawestandina bilez ya şer û parastina welatiyan kir û got, divê derfet bi wan kesan nedin ku dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên deverê de dirust bike, û bang li pêkhateyan kir ku bi berpirsyaretiya xwe rabin û gotara kînê û jihevcudakirinê red bikin û aştiya civakî biparêzin.

Li aliyê din êvara borî li Qamişlo di navbera Asayîşa PYDê û hêzên bi navê Berevaniya Niştimanî yên milisên rejima Suriye de agirbest hat ragihand.

Back to top button