Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jalina Porter di civîneke çapemeniyê de da xûyakirin ku;ew dikarin sibe pêşbîniya wê yekê bikin ku Jenosîda Ermenan bi fermî bê ragihandin.
24ê Nîsanê wek salvegera komkujiya Ermeniyan tê qebûl kirin. Ermenî, dewleta Osmanî bi komkujiyê tohmetbar dikin, Tirkiye jî vê yekê red dike.
Di bûyerên sala 1915ê de milyonek Ermen hatin kuştin, Tirkiye wan bûyeran weke jenosîd nabîne û dibêje ku di çarçoveya berevaniya asayîşa niştimanî de bû.
Heta niha nêzîkî 30 welatan kuştina milyonek Ermenan weke jenosîd nas kirine.
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê di demeke wisa de ye ku îşev Serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re encam da û “pêşvebirina pêwendiyên herdu aliyan” gotûbêj kirin.