Polîtîk

Endamên Tevgerê bi hênceta propaganda PKKê hatin ceza kirin

Cigirê Sekreterê Tevgerê Roger Çager û endamê Tevgerê Welat Dijwar bi hinceta propagandaya PKKê salek û sê meh ceza xwarin. Tevgera Ciwanên Kurdistanê di vê drbarê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin. Daxûyaniya Tevgerê:Ji Raya Giştî ya Kurdistanê rePiştî paqijkirina Kobanî ji terorîstên DAIŞê me him ji bo pîrozbahiyê him jî ji bo nerînên xwe yên di derbarê paşeroja Kobanî û tevahiya başûrê rojavayê Kurdistanê bînin ziman meşek li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê da. Me di daxuyaniyê de dîyar kir ku sîstema Kantonan a PKK/PYDê bû sedema felaketa Kobanî û ji bo careke din felaketên bi vî rengî dubare nebin me anî ziman ku divê başûrê rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ji dagirkeriyê xilas bibin. Rêya wî jî bidestxistina mafên netewî yanî dewletbûn e.Yek ji dirûşmeyên me ya çalakiyê ev bû ku me got “Em têgeha Sûrîyeya demokratîk nelet dikin.” Dirûşemeyeke din a çalakiyê jî wekî ku di hemû çalakiyên me de heye “Bijî dewletbûna Kurdistanê” bû.Piştî çalakiya Kobanî di derbarê çend hevalên me de di 06.04.2016an de ji aliyê dozgeriya Dîyarbekir doz hate vekirin. Hinceta dozê ew bû ku me di wê çalakiyê de propagandaya PKKê kiriye. Ji wê çaxê ve doza hevalên me didomiya. Do (14.02.2017) mehkemeya dawîyê çêbû û bi hinceta peopagandaya PKKê salek û sê meh cezaya zindanê dan hevalên me.Em wek Tevgerê ji wextê ku dest bi kar û xebatan kiriye heta niha tim bi hişmendiya Kurdistanî tevgeriyane û me di hemû çalaki, daxuyanî, nivîs û xebatên xwe de mafê dewletbûnê ji xwe re kiriye bingeh. Ji ber vê yekê jî em û PKK bi fikrî tim zidî hevudû bûn û niha jî were ye. Ji ber ku PKK li dijî dewletbûnê ye û em jî parastina dewletbûnê dikin tu xaleke ku me nêzî hev bike nebûye. Ev cudabûna me ji serî ve xuyaye û ji aliyê hemû kesî ve tê zanîn. Ji xwe ji dirûşmeyên me jî ev cudabûn xuyaye. Bi ser vê yekê dîsa jî Cigirê Sekreterê Tevgerê Roger Çager û endamê Tevgerê Welat Dijwar bi hinceta propagandaya PKKê salek û sê meh ceza xwarin.Em rêxistineke legal in û me tu xebateke îlegal nekiriye. Em li hemû qadan û eşkere mafê dewletbûnê diparêzin. Bingeha xebatên me li ser meşrûîyeta mafê dewletbûna me hatiye danan. Dewleta Tirk vê cudahiyê baş dizane lê dîsa jî bi hinceta propagandaya PKKê cezayan dide hevalên me. Sedema wê jî ev e ku dixwaze me bi PKKê ve têkildar bike (ku PKK di qada navnetewî de wekî rêxistineke terorîst tê qebûlkirin) û meşrûîyeta mafê dewletbûna me terorîze bike.Bi vê dozê me careke din dît ku şerê PKKê û dewleta Tirkî şereke lihevkirî ye. Mehkemeyên Tirkî bi vê cezayê careke din ispat kirin ku di çarçoweya parastina mafê dewletbûnê de dijîtiya PKKê bê kirin, wê dewlet li dijî wê bertek nîşan bide û di eslê xwe de PKKê biparêze.Gelek mînak hene ku dewleta Tirkî kes û aliyên ku ne PKKî bin jî bi propagandakirina PKKê tawanbar dike. Ev helwest, ne helwesta dadgerekê ye. Bileks bingeha helwesta pergala Tirkî ya li hember Kurdên serxwebûnxwaz e.Em wek rêxistineke serxwebûnxwaz/dewletxwaz tawana propagandakirina PKKê qebûl nakin. Em dizanin ku ev êrişeke li meşrûîyeta mafê dewletbûna me ye. Emê wekî her gav dîsa ji bo hişmendiya netewî bibe hişmendiya serdest kar û xebatên xwe bidomîn. Em ji xweynî mafê dewletbûnê propagandaya tu fikrê û parastvanê tu fikreke din nakin.Tevgera Ciwanên Kurdistanê15.02.2017

Back to top button